Jiyaneke tijî cesaret û qehremanî

Çawa dilek dikare ewqas bi cesaret û bi moral be ku bikaranîna çekên kîmyewî jî nekarî vê moral û baweriyê kêm bike? Ciwanên azadîxwaz ên li ser çiyayên Kurdistanê xwedî vê hêzê ne û rojane dibin şahidên vê yekê.

Rêzan Deraferîn (Dilvîn Dalaho) a her dema zarok bû dilê wê ji bo welat lê dida sala 1994’an de li bajarê Merîwan hatiye dinê. Rêya jiyaneke watedar , jiyaneke tije azadî û têkoşîna azadiya gelê Kurd li ber çavan dineqişe. Ew zarokê sava dibe Rêzanê vê rêyê bi vê zanabûnê mezin dibe. Navê vê zarokê dibe Rêzan qet ji bîr naçe ku ew Rêzanê rêya têkoşîna azadiyê ya li dijî dagirkeran û dibe Rêzana rêya azadiyê. Rêzan her ji zaroktiyê ve bi çanda welatparêzî, zanista pêşengtiyê perwerde û mezin kiriye. Hesta hezkirina welatperwerî û bi wêrekî li dilê wê hate avakirin, ji bo hê zêdetir bi zanistî li ser rêya rêzanî û pêşengtiyê bimeşe. Sala 2013’an êdî demê wê hatibû ku Rêzan gavên yekem ên vê rêyê biavêje, bi vê zanabûnê yekemîn gava ya ji bo pêşengtiya vê rêyê avêt. Rêzan hê dema zarok bû, dilê wê ji hezkirina welat tije dibe û dibe xwedî dilekî serhildêr û cesaret, ji bo wê di pêşengtiya vê rêyê de navê xwe dike Dilvîn Dalaho.

DILÊ XWE BI TÎRÊJÊN ROJÊ GERM KIR

Dilvîn bi wêneyê navê xwe bû xwedî dileke tije lehengî û cesaret. Dilvîn bi bilindahiya Dalaho bû xwedî ruheke cesaret. Dilvîn xwest xwe zêdetir li ser felsefe û îdeolojiya Rêber Apo kûr bike, xwe bigihîne roja hêviya gelê Kurd. Hevrê Dilvîn dixwest xwe di hemû warên jiyana gerîla pêş bixe û li gorî wê xizmeta rêxistin û gelê xwe bike. Hevrê xwe gihand wê astê ku kes nikare bikeve navbera wî û roja azadî û sêber nekeve navbera rojê û dilê wê tije bibe ji tîrêjên jiyana ronahî û germ bibe. Ji bo tîrêjên rojê bikeve nava dilê wê û hemû ew ewrên dibin asteng derbas bike. Ew gihişte rojê û bi wî dilî hest bi jiyanê kir. Bi vê germahiya pêşengtiyê û rêzantî li ser rêya heqîqetê meşiya.

JINEKE SERHILDÊR A ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Hevrê Dilvîn bi zanabûneke girîng a hevrêtiyê li nava rêxistin hevrêtî li gel hevalên xwe dikir. Wê dizanî ku di nava Tevgera Azadî de eger hevrêtî nebe, tu nikarî saetekê xwe ragirî. Eger di vê rêyê de hezkirina hevrêtiyê nebe, nikarî rojekê bijî. Hevrê Dilvîn bi hezkirina erdnîgariya Kurdistanê û hevrêtiyê dil mezin kir û di vê çarçoveyê de bû dilek ji pola û ruhek tije vîn a jineke ciwan a serhildêr a Rojhilatê Kurdistanê. Hevrê Dilvîn bi vê hezkirinê cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de kir, heman demê hezkirina hevrêtiyê jî girt. Cesareta bi hevrê Dilvîn re hebû, ew hêz û cesaret di nava hemû hevrêyên xwe de jî dida avakirin.

TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞAN VÎNA WÊ KÊM NEBÛ

Bi ruhê fedayî ya ji bo Rêbertî, gel û hevrêtiyê bû yek ji endamên hêzên taybet. Di asteke fedayî de ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkîne, bê westan li ser rêya pêşengtiyê têkoşîna azadiyê da. Li hember hemû êrîşên dijmin, bi ruh û vîna ji felsefe û îdeolojiya Rêber Apo stendibû şer kir. Kêlî bi kêlî jiyana xwe bi felsefeya Apoyî da avakirin. Ew yek da nîşanda bê ka dijmin çiqas êrîşî gel û gerîla bike, hêrs û biryardariya gerîla zêdetir dibe, bi vîneke xurtir li dijmin dide. Hevrê Dilvîn di warê hest û ruh de ewqasî xwe bi hêz kir ku ti êrîşên dijmin nekarî vîna wê kêm bike. Di hemû biwarên derûnî, fîzîkî û îdeolojî de li dijî hişmendiya dagirker şer kir.

HETA GERÎLAYÊN MÎNA DILVÎN HEBE WÊ TÊKOŞÎN HETA AZADIYÊ DOM DIKE

Hevrê Dilvîn di Pêngava Bazên Zagrosê de cihê xwe girt, bi dileke cesaret li dijî dijminê xwînrêj ê Kurd şer kir û têkoşîneke bê mînak raber kir. Li nava tunelên berxwedanê ya Avaşîn de, bi ruhê ji Zîlananên vî welatî girtibû mil bi milê hevrêyên xwe li dijî her cûre teknîk û çekên qedexe yên dewleta Tirk a faşît li ber xwe dan. Hevrê Dilvîn li 5’ê Cotmeha 2021’an li gel hevrêyên xwe yên bi navê Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Amara Cûdî û Mahîr Kop di tûnelên Berxwedanê yên Werxelê de bi çekên kîmyewî şehîd dibin. Ev sûcê dewleta Tirk a faşîst bê ceza namîne, heta vîna hevrê Dilvîn li gel hevrêyên wê hebe ev dijminê xwînrij wê bê ceza nemîne. Rêya heqîqetê ku bi hezaran gerîlayên pêşeng ku mîna hevrê Dilvîn xwedî vîn û ruhê hevrêtiyê hebe, heta azadiyê wê têkoşîn dewam bike.