Jiyana gundiyên Bradost bi hatina artêşa Tirk herimiye

Ji ber êrîş û bomberdûmanên artêşa Tirk û bêdengiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê gundiyên Herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê mexdûr in.

Ev zêdetirî salekê ye artêşa Tirk sînorên xaka Herêma Kurdistan û Iraqê derbas kiriye û heta li gelek deveran baregehên îstixbaratê û leşkerî avakiriye. Bi taybet artêşa Tirk li deverên Çiyadêlî, Herêma Lêlîkan, Deştehêrt û Xaxûrkê bi cih bûye û rojane topbaranê dike.

Bi hatina werza biharê re dîsa welatiyên gundên van herêmên navborî, nikarin biçin zozan û heta bax û baxçeyên xwe. Bi hatina werza biharê re gelek şînatiyên mîna, rêvas, kereng, kewar û gelek cûrên din ku welatî pê debara xwe dikin berhev dikin. Lê ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirk û topxaneyên wan nikarin vê yekê bikin. Ev jî bandoreke xirab li jiyana wan a rojane dike. Her wiha zozanên wan jî aliyê leşkeran ve hatine dagirkirin.

Welatiyê herêma Bradost yê bi navê Şemal Qadir ji ANF’ê re axivî û got: “Dahateke me nîne, jiyana me hemû li ser bax û baxçe, dîsa komkirina şînatiyan e. Em werzên biharê diçin, rêvas, kereng, kewark û gelek cûrên şînatiyên din berhev dikin û pê debara xwe dikin. Lê ji ber êrîş û topxaneyên artêşa Tirk ên li ser sînor û dîsa li herêmên me bi cih bûne, îsal biçin zozanan. Bi hatina artêşa Tirk re ziyanekî mezin li gundiyên li van herêman bûne.

Qadir bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe, pêşî li êrîş û dagirkeriya Tirk a li ser van herêman bigire. 

Li gorî daneyekî ji herêma Bradostê di nava sala 2018’an de zêdetirî 200 malbat bêgav mane ku koç bikin. Dîsa ji ber bomberdûman û êrîşên balafirên şer ên Tirk jî 1350 donim bax, baxçe û daristan bûne xwelî. Her wiha bi dehan kesên sivîl jî bûne qûrbaniyên van êrîşên dewleta Tirk.

Heta niha li herêmê zêdetirî 115 gund hatine valakirin. Niha jî tirs heye ku 20 gundên din werin valakirin. 

Di sala 1932’an Herêma Bradost bûye bajarok ê girêdayî navçeya Soran a Başûrê Kurdistanê ku 145 kêlometran ji navenda Hewlêr dûr e. Bi vê taybetmendiya xwe bûye yek ji mezintirîn bajarokê hem Iraqê û hem jî Herêma Kurdistanê.