BI DÎMEN

'Jiyana bi milyonan mirovî bi bendava Tişrînê ve girêdayî ye'

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser giranî û xeteriya êrişên li ser bendava Tişrînê û hişyarî da ku xisarek il bendavê bibe wê bandorê li jiyana bi milyonan mirovî bike.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (OSO) yên li ser Bendava Tişrînê nêzî 3 hefte ne şervanên YPJ, YPG, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ber xwe didin û rê nadin dagirkeriyê. Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser girîngiya Bendava Tişrînê ya li ser jiyana bi milyona mirovî ya li herêmê kir.

Ferhan Hec Îsa ji ANF'ê re axivî û got, "Av, petrol, gaz û hemû berhemên ser û binê erdê li her welatî qadên stratejîk in. Di warê siyasî jî ev proje tên parastin, çendî şer û pevçûn were kirin jî ev projeyên ku xizmeta mirovahiyê dikin, tên parastin. Di şerê cîhanê yê yekem de, bi milyonan însan hatin qetilkirin, lê di heman demê de nirxên mirovahî hatin parastin. Di şerê cîhanî yê duyem de jî Muzexane dihatin parastin û hedef nadihatin girtin. Ew bi xwe di nava xwe de nirxê mirovahî û însanî dihewîne.

Îro jî gelek bendav ên  weke Tişrîn, Firat û yê bi navê Baasê, li ser asta Sûriyeyê ye. Ew bi xwe jî parastina tevahî mirovahiyê ye. Ew ava ku heta bi Xelîca Rengîn ve diçe, di hundirê vê bendavê de gelek sûdê dide derdorê. Hikumeta AKP'ê û çeteyên wê êrîşî bendavê dike. Kobanê ji avê û kehrebeyê qut e, di heman demê de jî bajarê Minbicê, ji kehrebeyê qut e. Ava bendava Tişrînê diçe Helebê jî, bajarê Helebê bê av e. Ew jî dixwazin karesateke mirovî pêk bînin. Bi balafirên bê mirov û obusan êriş lê tê kirin. Eger bendava Tişrîn ber bi hilweşandinê here, bi xwe re wê Tebqa, bendava Baasê û heta bi Xelîca Rengîn, bajarê Reqa, Dêrazorê, bajarokên din ên li ser rê û tevahî gund bi nav bibin, bên xeniqandin."

DIXWAZIN BENDAVA TIŞRÎNÊ TALAN BIKIN

Ferhan ragihand ku hewldanên karmendên wan ên ji bo Bendavê bixin pratîkê û şervanên wan yên ku bi roj û şev di nava têkoşînê de ne, tên hedefgirtin û wiha got: "Şervanên bê navber têdikoşin ji bo ku çete nekevin berndavê, di sala 2014'an dema ku bendav di destê çeteyên DAÎŞ'ê bû, Kobanê bê kehrebe û av bû. Ev çete jî dixwazin vî karî dîsa bikin. Dewleta Tirkiyeyê qanûnên navneteweyî binpê dike û dixwaze bendava Tişrînê talan bike."

'JIYANA BI MILYONAN MIROVÎ BI BENDAVÊ VE GIRÊDAYÎ YE'

Ferhan Hec Îsa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşa xwe, jiyana bi milyona mirovî dixe xeteriyê û got, "Dewleta Tirk bi ava Firatê planên xwe yên siyasî pêk tîne. Ava Firatê gelek caran hatiye berdan, qut dike û ber dide. Dewleta Tirk û dewleta Iraqê dema ku peyman çemê Firatê îmze kirin, divê 551 metirsêgoşe di saniyê de derbasî Rojava bibe û nîvê wê bêhtir jî derbasî Iraqê bibe. Dewleta Tirk gelek caran ew 551 daxistiye 150, ew dixwaze ziyan û xerabiyê berde. Gelek caran jî av bi rengekî zêde ber dida da ku dîsa jiyana gel bixe metirsiyê."

'XEBATKARÊN ME Û ŞERVANÊ ME BI ROJ Û ŞEV DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE NE' 

Ferhan Hec Îsa anî ziman ku bajarekî weke Heleb ku ewqasî milyon însan di nav de ne, ew bi hewceyî av û kehrebeyê ye û got, "Piştî hilweşandina rejîma Baasê êdî divê em jiyaneke aram ji bo tevahî gelan ava bikin. Roj bi roj êdî divê gelê me di nava aştiyê de bijî. Êdî ew gel divê vegerin cihê xwe. Divê istiqrar êdî bê çêkirin. Bendava Tişrîn jî cihê istiqrarê ye, ne ji bo Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê ye tenê, lê belê ji bo tevahî Sûriyeyê ye. Em jî bang li civaka navneteweyî dikin ku êdî rabin ser piyan û van kiryarên dagirkeriyê bibînin. Ew xebatkarên ku di bendavê de dixebitin, di heman demê de jî ew şervanên me yên QSD'ê YPJ û YPG'ê divê baş li wan binihêrin. Em jî weke Kantona Firatê xebatkarên me yên kehrebe û avê, em bi roj û şevê di nava liv û tevgerê de ne ku em bikaribin çareseriyekê bibînin."

'PLANA WAN LÎWA ISKENDERON CAR DIN NÛJEN BIKIN LÊ EW DI XEWNA WAN DE YE'

Ferhan Hec Îs qala Pira Qereqozaxê jî kir û got, ew dixwazin Kobanê dorpêç bikin, ew dixwazin ji Lîwa Skenderonê heta bi Mûsilê herin, lê ew di xewin û xeyalên wan de ye. Ferhan Hec îsa got, "Li Sûriyeyê gelek projeyên çareseriyê hene; herêmeke Sunî, Elewî, Durzî, Kurdî û dewleta Tirk dixwaze herêmeke Tirkmen ava bike. Dixwaze bajarê Minbicê, Pira Qereqozax, rêya M4 û heta bi Efrîna ku di 2018'an de hatiye dagirkirin bikin. Lê dewleta AKP wiha difikire, ew dixwaze wê projeyê di hundirê Sûriyeyê de bi darê zorê pêk bîne, da ku di paşerojê de bazarê li ser bike. Di heman demê de pira Qereqozaxê, weke ew laşê ku li wir bi cihê kirî yê Suleyman Şah ew bi boneya wê dixwaze Kobanê dorpêç bike. Berndav Tişrîn û Qereqozax re wê Kobanê bê xeniqandin."

'WÊ NIKARIBIN KOBANÊ TENGAV BIKIN, PROJEYA ME DIYAR E PIR RENGE Û JI BO TEVAHÎ GELAN E'

Ferhan Hec Îsa di dawiyê de wiha got, erkekî mirovî ye ku gelê Kobanê û Bakur û Rojhilatî Sûriyê bê parastin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heta bi sînorê Iraqê bendava Tişrîn ji bo tevahî gelan di xizmetê de ye. Li cîhanê jî ji bo gelek welatan ji bo mirovahiyê gelek xizmet hatine kirin. Tiştekî herî girîng e û cihê xizmeta mirovahiyê ye, ev destdirêjî divê êdî were sekinandin. Divê biryareke navneteweyî were standin. Em weke gelê Kantona Firatê ji bo mayîndekirina Bendavê em ê berevaniyê bikin. Em ê Kobanê ji vê dorpêçê xelas bikin. Em ê paşeroja xwe diyar bikin. Tevî ku hikumeta Baasê hat rûxandin, lê Sûriye ne di aramiyê de ye. Em jî weke Rêveberiya Xweser rêya me diyar e, ew jî Neteweya Demokratîk e, pir rengî ye, ne navendî ye. Divê rengê vê çelengiyê li tevahî Sûriyeyê jî were diyarkirin."