Jinên Tolhildêr li dijî desteserkirina îradeyê çalakî kirin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Wanê li dijî dagirkeran çalakî kirine.

JINÊN TOLHILDÊR

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li hemberî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê şeva 13'ê Gulanê li çar nuqteyên taxa Altintepe bend danîn, agir vêxistin û bi tundî bersiv dan dagirkerên ketin taxê.

Hate ragihandin ku ji 2 baskan ve bi motolofan li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep xistin û bi temamî şewitandin. Lİ gorî daxuyaniyê 2 dagirkerên di hundirê wesayitê de birîndar bûn.

Di daxuyaniya înîsiyatîfê de hate gotin, li dijî desteserkirina şaredariyan wê çalakiyên xwe mezin bikin.