Jinên Mexmûrê şideta li ser jinan şermezar kirin

Bi tevlîbûna hezaran jin û xwendekarên Wargeha Mexmûrê bi boneye 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Dijî Şideta li Ser Jinê meşek girseyî hate lidarxistin. Jinan anî ziman ku bîrdoziya sedsala 21’an azadiya jinê ye.

Di pêşengiya Meclîsa Îştarê de, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Dijî Tundûtîjiya li Ser Jinê îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna hezaran jin, ciwan û xwendekaran her wisa bi bilindkirina alên PKK, PAJK, KJK, HPG, YJA Star, YPG, YPJ, KJC, Meclîsa Îştar, pankart û dovîzên şideta li ser jinê şermezar kirin û azadiya jinê hatî nivîsin meşek bi heybet hate lidarxistin.

Meş saet 09:30’an li ber avahiya şaredariyê destpêkir û Qada Newrozê bi kombûna gel û jinan re daxuyaniyek hate dayîn. her wiha li qadê dowîz û pankartên mîna ‘Ji Tuntûtîjiya li Ser Jinê re Na’, ‘Bi Vîna Jina Tekoşer Emê Azad Bikîn Rêbertî’, ‘Bîrdoziya Azadiya Sedsala 21’an Azadiya Jinê ye’, ‘Serî Hilde Şer Bike Rêbertî Azad Bike’, ‘Berxwe Bide Serbikeve Jin û Jiyanê Azad Bike’ û ‘Ji Mêtîngeriya Zayendî û Netewî re Êdî Bese’, li gel wê di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd Delal Amed û rehevalên wê, şehîdên Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylamez, her sê xwîşkên Mîrabel, Leyla Qasim û posterên gelek jinên pêşeng hatin bilind kirin.

Ji beriya bernameya çalakiyê destpê bike ji bo hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Hevseroka Rêveberiya Meclisa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî, di axaftina xwe de her cûre tundûtîjiya li ser jinê bi tundî şermezar kir û da zanîn kû wê bi saya paradigmaya Rêbertî wê bîrdoziya sedsala 21. azadiya jinê ye.

Bûdak wiha got: “Civakekî jin lê ne azad be, jin ne xwedî Îrade be ew civak mehkûmî kolekirinê ye. Jiber kû tekoşîna azadiya jinê, rêwîtiya 40 salan ber bi azadiyê ve em ê dikariin wisa binav bikin. Eger îro 40 sal e li ser çiyayên Kurdistanê jinên Kurd li ber xwe didin, têdikoşin, gihiştine asta artêşbûnê, ev di dîrokê de wê bibe malê tevayî jinên Kurdistanê. Ev ji bo me serfiraziyek, serbilindiyek, di heman demê de deskeftiyên kû di dîrokê de were behskirine. Li ser vî bingehî em car din dibêjin yê kû em gihandin vê rojê, îro yê kû îdeolojiya azadiya jinê wekî xetekî daye pêşiya me xeta Bêrîtanan, Zîlanan ya di pêşengiya paradigma û bîrdoziya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye. Lewma weke Rêbertî dibêje heta jin azad nebe civak jî nikare azad bibe. Em jî dibêjîn heta Rêbertî Azad nebe civak azad nabe, lewma ji bo kû em jin bikaribin azad bibîn divê destpêkê tekoşîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ji xwe re bikin bingeh û armanc.”

Piştî axaftina Bûdak çalakî bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Ji Tuntûtîjiya li Ser Jinê re Na’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.