Jinên li Nobeda Wijdan û Edaletê: Em ê bi berxwedanê rabin!

Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê di roja 5'an de ye. Jinan li vê derê daxuyaniyek dan û gotin, ew ê bi berxwedanê rabin. Jinan destnîşan kirin, ku yên hewl didin jinan û mûxalîfan bêdeng bikin, wê têk biçin.

Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter di roja 5'an de ye. Jinan qada çalakiyê bi nepox, pankart û dirûşmên ji bo azadiya jinê xemilandin. Çalakgeran li vê derê daxuyanî dan çapemeniyê. Di dema dayina daxuyaniyê de Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan û Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî amade bûn.

Parlamenter Bedîa Ozgokçe Ertan daxuyanî da. Ertan destnîşan kir, ku yên hewl didin jinan û mûxalîfan bêdeng bikin, wê têk biçin.

Ertan bibîr xist, ku tevî Hevseroka wan a giştî Fîgen Yuksekdag, parlamenterên wan Çaglar Demîrel, Bûrcû Çelîk, hilbijartiyên gel Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak bi sedan hevrêyên wan dîl hatine girtin û got, "Bi girtina siyasetmedarên jin hûnê nikaribin me ji têkoşînê vegerînin. Heta ku em azadî û nasnameya xwe bi dest bixin, heta ku aştiyê misoger bikin, em tê têbikoşin."

Ertan anî ziman, azadiya civakê bi azadiya jinê dibe û got, "Em di rêya rast de ne. Em ê timî di vê rêyê de bin."

'JIN WÊ BI BERXWEDANÊ RABIN'

Ertan diyar kir, jinên li vê parkê careke din nîşan dane ku bend, kelepçe, zext û sirgûn nikarin bi jinan û destnîşan kir, ku baş tê zanîn; dema dewlet bi zilmê tevdigere, jin jî bi berxwedanê radibin.

Ertan got, "Em careke din ji vê derê dibêjin. Fîgen Yuksekdag, Nûrsel Aydogan, Tûgba Hezer vîna me jinan e."

'NÛRIYE HÊZA BERXWEDANÊ YA JINÊ NÎŞAN DA'

Di dewama daxuyaniyê de Ertan bibîr xist, ku Nûriye Gulmen ev 157 roj in di greva birçîbûnê de ye û bûye dengê bi mîlyonan mirovên derxistina ji kar qebûl nakin. Ertan got, "Nûriye Gulmen wêrekî û hêza berxwedanê ya jinê nîşan daye. Li hemberî hemû zext û zordariyan li ber xwe daye. Tevî Semîh, rastiya faşîzmê bi her awayî eşkere kiriye. Em silav û hezkirinên xwe ji hevrêya xwe Nûriye re dişînin."

'DI OPERASYONÊN LEŞKERÎ DE NE TENÊ MIROV DIMIRIN, XWEZAYÊ JÎ DIKUJIN'

Parlamenter Ertan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Dersimê û got, "Di operasyonên leşkerî de ne tenê mirov dimirin. Ji ber bomberdûmanê daristan dişewitin, hemû zindiyên li daristanan dimirin. Xezal, çûk, kew nikarin ji êgir birevin. Jiyana xwezayî ji holê tê rakirin.

Tenê armanceke van operasyonan, vê bê wijdaniyê heye. Dixwazin bikin ku erdnîgariya Dersimê ji jiyanê xalî bibe. Me ev yek gelek caran dît. Yên ku duh xwestin bi şewatê Licê tine bikin, îro êrîşî Dersimê dikin. Çapemenî vê karesatê ji nedîtî ve tê, ya jî nahêlin nîşan bidin. Mîna beriya niha, li Dersimê jî hêzên ewlekariyê yên dewletê nahêlin gelê Dersimê şewatê vemirîne. Qîma xwe bi vê jî nînin, rojnamevan-nivîskarên wan radibin derewan dikin û dibêjin 'Li Dersimê şewat nîne'. Gel dixapînin. Ev yek bê rûmetî ye." Ertan destnîşan kir, ku hewl tê dayin bi destê dewletê Dersim bê tinekirin.

'EM LI SER PIYAN E; EM Ê BI SER BIKEVIN'

Di dawiya axaftina xwe de Ertan diyar kir ku jin xurt in û li ser piyan e. Ertan got, "Hûn bi hezaran ji me bigirin jî em ê neqedin. Em yek bi tenê jî bimînin, em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Em dîsa yek in, dîsa bi hev re dimeşin. Ew bi xwe jî zanin ku bi zext û zilmê ti pirsgirêk çareser nabe. Em bawerin wê mirovahî bi ser bikeve, em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin."