Jinan serdana Nobeda Wijdan û Edaletê kirin
Dayikên Aştiyê serdana Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê kirin.
Dayikên Aştiyê serdana Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê kirin.
Bi sedan jin, ku endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de bûn, serdana Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP'ê kirin.
Jinên ku cihê çalakiyê Parka Aştiyê ya Mûsa Anter xemilandin, xwarina ku li malê amade kiribûn dan çalakgeran.
Ji endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Besî Akdogan li vir axivî û bibîr xist, ku li hemberî her şêwe dorpêçî û zextan jin li ber xwe didin. Akdogan destnîşan kir, ku divê her kes bibe dengê vê sekna bi rûmet a ji aliyê HDP'ê ve hatiye nîşandan.
KOÇAK: NOBEDA WIJDAN Û EDALETÊ JI BO TIRKIYEYÊ ŞENSEK E
Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Nîlufer Koçak jî anî ziman, armanca wan a yekane aştî, edalet û aramî ye. Koçak diyar kir, li cihê edalet nebe aştî û aramî jî nabe û got, "Heta ku ev zilm û zordarî hebe, wê aştî neyê vî welatî. Ji bo aştî bê, divê hemû beşên civakê li hev bicivin. Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP'ê ji bo Tirkiyeyê şensek e. Pêwîste dewlet bi navê aştî û biratiyê berivê bide vê gavê. Bi dijberiya li Kurdan dewlet nikare bigihêje cihekî. Û nikare aştiyê bîne vî welatî."
IŞIK: DOZA ME DOZEKE BI RÛMET E
Kewê Işik jî anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide vê sekna bi rûmet a HDP'ê ew hatiye û diyar kir, tevî hemû şert û mercên şer jî ew ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin. Işik destnîşan kir, ku ew Dayikên Aştiyê naxwazin şer biqewime, rondik ji çavan bibarin û got, "Bi şer nikarin me Kurdan ji rêya me vegerînin. Doza me dozeke bi rûmet e. Ji ber ku em di doza xwe de mafdar in. Li gel şert û mercên Rewşa Awarte jî, mirovên me hê aştî û edaletê dixwazin."