Jinan greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewr stendin

Li Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Rêxistina Jinên Ciwan ên Mexmûrê çalakî dewr stendin.

Meclîsa Îştar ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18’ê Kanûnê de greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger dabû destpêkirin. Rêxistina Jinên Ciwan a Mexmûrê bi navê koma 4’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr stendin.

Besê Bûdak a di koma sêyemîn de derbarê çalakiyê axivî û got, “Em ê heta dawî xwedî li Rêberê xwe û girtiyan derkevin. Roj roja têkoşînê ye.”