Jinan êşkenceya polîsan a tevî kûçikan protesto kir

Jinên li Amedê êşkenceya ku polîsan tevî kûçikan li Hanim Turk û mala wê kiribûn, protesto kirin.

Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê (DAKP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Xezal a Ofîsa Amedê li dijî operasyonên qirkirina siyasî daxuyanî dan.

Hevseroka TUMBEL-SEN’ê ya Amedê Nîhal Yanik daxuyanî xwend.

‘TÊKOŞÎNA JINAN GEŞ DIBE’

Yanik diyar kir ku polîtîkaya AKP’ê ya kêmkirina dengê jinan û tunehesibandina wan 20 sal in didome û got, “Vê feraseta ku ji hêza jinan ditirse, her roj şîddeta li ser jinan zêde dike. Çalakgerên jin û saziyên jinan ên ku dibin dengê jinên şîddet, tacîz û tecawiz li wan hatine kirin, dibin hedef. Divê were zanîn ku vê hewldana desthilatdariyê hêza têkoşîna jinan zêde kiriye.”

Yanik diyar kir ku çend roj berê li Dîclekenta Amedê polîsan ji bo destgîrkirina hevjînê Hanim Turk girtine ser malê û di dema serdegirtinê de polîsan kûçik bera zarok û maliyan daye.

Yanik bal kişand ser vî tiştî ku polîsan Hanim Turk xistine odeyeke din û kûçik bera wê dane û got, “Dema ku Hanim xwestiye xwe biparêze, polîsan li ber derî jê re gotine ku divê ew mudaxeleyî kûçikê neke. Kûçikê dest û pêyê Hanim Turk parçe kiriye. Ev êrîş li dijî hiqûqê û li dijî mafên mirovan e. Ev êşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Jinan diyar kirin ku wê giliyê polîsên êrîşkar bikin.