Jina ku ji bo gelê xwe bû hêviya mezin: Amara Serhat

“Mirov ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî çiqas şer bike ewqas xwe nêzî azadiyê hîs dike. Ango wek şervanê Rêbertî ji pêvajoyê re bibim bersiv, jiyîna bi van hestan re, ji bo min hêza herî bingehîn bû.”

Gerîlaya YJA-Star’ê Amara Serhat,bi navê xwe yê rast Aycan Kolû di sala 1996’an de li Qereyazîya Erziromê ji dayik dibe. Dema tê dinyayê li ser gel û malbata wê êrîşên mezin hene. Aycan, bi van êşên ku li ser gelê wê tê meşandin, her kêliyê bi hesreta dîtina azadî û rizgariyê dijî. Bi taybet serhildana Şêx Saîd, bandoriya xwe li ser malbatê kiribû. Di milê malbat de gihîştina zanebûyîna vê hatibû avakirin. Ango ji nêz ve dijmin dîtibû.

Gerîla Amara Serhat bi têgihîştina rastiyê ve, di temenekî biçûk de cihê xwe di xebatên ciwanan de digire. Di sala 2014’an tevlî nav refên gerîla dibe. Gerîla Amara ji bo armanca tevlibûna xwe dibêje ku: ‘’Bi welatparêziya malbat û dîtina rastiya dijmin, xwesteka xwedî li nirxên xwe derketin hişt ku ez tevlî nav partiyê bibim. Min bi van hestên xweşikbûyînê û hêviyê rasterast di tevgerên rêhevalên xwe de dît. Bi taybetî jiyana bi birdoziya Rêbertî re, dema evqas heval tên ba hev, nirxekî cihê di nav hevalan de dide avakirin”

‘EVÎNDARIYA MIN A HERÎ BINGEHÎN JIYANA AZAD E’

Gerîla Amara di nava qadên azad de, têkoşîna xwe yê azadiyê dimeşîne û têgihîştina vîna rast dijî. Di rêwîtiyên xwe de her bûye hevala ku cihê xwe di dilê rêhevalên xwe de girtiye û hatiye hezkirin. Amara Serhat van rojên dîrokî ku mohra xwe li dîrokê daye wiha bi lêv dike:’’

‘’Bi hezkirina avabûyîna şoreşê, mirov di her alî de hewildan û têkoşîn di nav rêhevalên xwe de didît. Vî tiştî di nava dilê min de hêviyên mezin dida avakirin. Mirov ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî çiqas şer bike ewqas xwe nêzî azadiyê hîs dike. Ango wek şervanê Rêbertî ji pêvajoyê re bibim bersiv, jiyîna bi van hestan re, ji bo min hêza herî bingehîn bû. Bi taybetî jî ji bo cîhgirtina xwe di qadên azad de, erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milên min ez ê pêk bînim.

Di jiyana partiyê de tişta ku herî zêde li ser min bandoriya xwe çêdikir, nirxa ku Rêbertî daye jinê bû. Ango bi qadên ku jin lê dimîne, hîn zêdetir bi watetir û bi nirxên xwe yên salane dide qezenc kirin û bi dest dixe. Gerîla Amara ji bo nirxdayîna vê jiyanê û xwedî derketina li gelê xwe wiha dewam kiriye: ‘’Pêwîst e gelê me di her alî ve li hemberî polîtîkayên dijmin hîn zêdetir tedbîrên xwe yên dîrokî bigire. Ji ber gelekî ewqas bi nirx, xwedî dîrokekî kevnar pêwîstiya xwe ya parastin û xwedî lê derketin heye. Ji bo xilasbûna ji koletiya heyî,pêwîstiya gelekî heye ku bibe xwedî îrade û zanista xwe yên dîrokî hebe. Ji bo xwedî li nirxên gelê xwe, bi hemû hêza ku min ji birdoziya Rêbertî girtiye ez ê gelê xwe biparêzim. Di her kêliyê de bîr û baweriya vê erkê, ez ê bibim rêhevala rast ya azadî û hêviyê.”

EWLEHIYA XWE YA AZADIYÊ DI NAV PARTIYÊ DE DÎT

Gerîla Amara bi girîngiya daye zanista xwe yên dîrokî, perwerdekirina kesayeta xwe bi van lêhûrbûyînê xwe tîne ziman:’’Tişta ku mirov li ser lingan dihêle perwerde ye. Bi têgihîştina min her kêlî ku Rêbertî dixwend, min xwe ewqas xwe nêzî azadiyê hîs dikir. Ji ber ku tişta ku pergal bide me tine bû. Ango mirov bi qirêjiya zihniyetê re rû bi rû dima. Bi taybet yên dibin qurbaniya vê jî jin û ciwan in. Miron tenê bi jiyana partî dikare xwe ji pergalê xilas bike. Ji ber min bi xwe jî jiyana rast û henaseyên azadiyê di van çiyayan de dît û da jiyîn.”

Gerîla Amara Serhat piştî rêwitiya xwe ya gerîlati ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê, di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de, di 27 Avrêlê 2017’an tevlî nav karwanê şehîdan dibe.