Jîna Emînî li ser gora xwe hate bîranîn

Jîna Emînî ji aliyê xizmên kesên ku di berxwedanê de hatin qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. Di bîranînê de zextên dewleta Îranê hatin şermezarkirin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' li gel zext û zordariyê dewam dike. Mamoste û karker li gelek bajaran ji bo mafên xwe daketin qadan.

Xizmên kesên ku di berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatin qetilkirin, serdana gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya li bajarê Seqizê kirin. Malbata Simko Mewlûdî ku li bajarê Mahabadê di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest da, serdana gora Emînî kir û kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.

Tevî ku dewleta Îranê nixumandina serî li jinên li qada cemaweriyê ferz dike jî hejmara jinên ku serê xwe nanixumînin zêde dibe. Gelek jinan weke nerazîbûnê di çalakiyên Newrozê de serê xwe nenixumandin û wêne kişandin.

Li parlamenta Îranê, pêşnûme qanûna hin partiyan a ku çarçoveya ferzkirina nixumandinê berfireh dike, hate şermezarkirin. Li gorî pêşnûme qanûnê jinên ku qedexeyê binpê bike ji 500 hezar heta bi 3 milyar tumenî cezayê pere dikare li wan bê birîn.