Jina 55 salî bi wesayita zirxî hate kuştin

Li Xîzanê, wesayita zirxî li Gulten Yaraşli ya 55 salî ket. Yaraşli jiyana xwe ji dest da.

Gulten Yaraşli, ji bo serdana bavê xwe yê li taxa Gokçîmen a bi 5 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Xîzan a Bedlîsê ye bike, bi rê ket. Lê li ser rêya bejahî ya Xîzan-Tetwanê, wesayita zirxî lê qelibî. Bûyer di sibeha 19'ê Cotmehê de rû da û Yaraşli ya giran birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê.

Lê belê di dema rakirina Yaraşli de ji ber ku bi sedyeya ambûlansê ve nehate girê dan, sê caran ji sedye kete xwarê. Yaraşli jiyana xwe ji dest da û duh êvarê li Goristana Gaydayê hate veşartin.

Di dema dawî de, li gelek bajarên Kurdistanê gelek mirov ji ber lêdana wesayitên zirxî yên hêzên dewleta Tirk hatin kuştin.