Jin wê ji bo azadiya Ocalan dakevin meydana stasyonê

Jinên ku pêşengiyê ji karê mîtîngê re dikin, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û pêkhatina azadiya wî, wê 11'ê Mijdarê daketin qadan.

Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê roja 11'ê Mijdarê li meydana Stasyonê ya Amedê mîtîngek were lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) jî piştgiriyê didin mîtîngê ku wê bi dirûşma "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve". Amadekariyên mîtîngê bi pêşengiya jinan dewam dikin. Jin balê dikişînin ser girîngiya mîtîngê û banga tevlîbûnê dikin.

'JI BO AZADIYA OCALAN'

Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD'ê Zulal Bîlgîn got, "Mîtînga ku wê di 11'ê Mijdarê de bê lidarxistin, mîtîngek ji bo azadiya Ocalan e" û bi bîr xist, ku mîtîng bi pêşengiya jinan tê lidarxistin. Bîlgîn bang li tevahiya gelê Amedê kir ji bo tevlî mîtîngê bibe.

Bîlgîn bi bîr xist, ku polîtîkayên qirkirinê yên sîstema kapîtalîst ên li dijî beden û nêrîna jinê, roj bi roj zêde dibin û destnîşan kir ku jinên Kurd bi paradîgmaya Ocalan li dijî vê qirkirinê xurt bûne. Bîlgîn got, "Jin vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber vê yekê, ji bo rakirina tecrîdê divê berxwedan bê geşkirin. Wate û girîngiya mîtîngê di vî warî de mezin e. Pêwîste jin dengê xwe li vê qadê bilind bikin."

'TECRÎD LI DIJÎ ÎRADEYA ME YE'

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Baglarê Hatîce Makas jî got, "Em vê mîtîngê ji bo azadiya Birêz Abdullah ocalan li dar dixin. Ev mîtîng wê bibe mîtînga azadiyê." Makas diyar kir, ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li dijî îradeya hemû gelan e û got, "Di vê demê de ku polîtîkaya qirkirinê ya li dijî jinê zêde bûye, em li bendê ne ku gelê me bi xurtî tevlî mîtîngê bibe û dengê xwe bilind bike."

'DIVÊ JIN BI TILÎLIYÊN XWE TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN'

Welatiya bi navê Emîne Koşar jî destnîşa kir ku divê her kes tevlî mîtîngê bibin û rabin ser piyan.

Roza Kahraman jî işaret bi girîngiya geşkirina têkoşînê kir û bang li jinan kir ku bi reng, deng û tilîliyên xwe tevlî mîtîngê bibin.