Jin li ber tezkereya şer rabûn: Li dijî şer em jiyanê diparêzin

Jin li ber tezkereya şer rabûn, ku erkê dide artêşa Tirk ji bo êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike û gotin, li dijî şer ew jiyanê diparêzin.

Piştî ku di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk de biryara ji bo dirêjkirina 'operasyona derveyî welêt' hat erêkirin, yekser kete rojeva meclîsê û li meclîsê  civîneke awarte hate lidarxistin. Meclîsa Tirkiyeyê ev tezkereya şer, ku erkê dide artêşa Tirk ji bo êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike, beriya referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûr, erê kir. AKP, MHP û CHP'ê erê kirin. HDP li dijî vê tezkereya şer derket.

Ji jinên ku nerazîbûn nîşanî tezkereyê dan rexnegira wêjeyê Ayşegul Tozeren wiha got: "Çawa ku em ji bo welatê xwe dixwazin li dijî yekitiya axa me rêzdarî hebe divê ku em jî vê ji bo welatên din nîşan bidin. Ji ber vê em ji şer û tezkereyê re dibêjin na."

'DI HER ŞERT Û MERCÎ DE EM LI DIJ IN'

Endama Desteya Rêveberiya Bloka Aştiyê Nesrîn Aslan jî diyar kir ku ew di hemû şert û mercan de li dijî tezkereyê ne û wiha berdewam kir: "Desthilatdarî bi sorkirina şer dixwaze hêza xwe zêde bike. Divê ku her kes vê bibîne." Nesrîn Aslan di dewama axaftina xwe bal kişand ser tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan û ev tişt got: "Bi vê sorkirina şer dsthilatdarî dixwaze amadekariya hilbijartinê bike. Bi taybetî ez bang li partiya muxalîf a bingehîn dikim ku rast tevbigere. Erêkirina tezkereyê ji erêkirina destnedana parlamenteran hîn xetere ye."

'JIN ŞER NAXWAZIN'

Seroka Giştî ya Platforma "Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin" Gulsum Kav jî diyar kir ku ew li dijî tezkereyê ne û ev tişt got: "Em hem li hundir û hem jî li derve aştiyê dixwazin. Ji ber ku jin şer naxwazin û ji mêran cudatir vê pêvajoyê dijîn." 

Endama Desteya Rêveberiyê ya Odeya Tabîban Încîle Erdogan jî got ku ew li dijî hemû pêkanînên şerxwaz in û wiha berdewam kir: "Tişta bingehîn jiyan e. Ez di baweriya ku bi rêya aştiyane dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn Çareser bibin de me. Jin jî ji bo vê li ber xwe didin. Em li dijî hemû pêkanînên şerxwaz in."