Ji Xeregolê heta Hatayê çalakiyên gerîlayan: 13 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Çelê, Gever û Hatayê de 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Hatayê 3, li Çelê 2 û li Geverê jî 8 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  wisa ye:

LI HATAYÊ ÇALAKIYEKE BI BANDOR: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 19’ê Cotmehê de saet di 18.45’an de hêzên me di navbera taxên Kapisû û Çevlîkê ya Samandagê ya Hatayê li dijî fermandariya ewlekariya peravê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kulûbeyeke nobetê û ferîbotek hatiye îmhakirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkeran dev ji qereqolê berdane.

LI GEVERÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de di 20’ê Cotmehê de saet di 10.00’an de li dijî hêzên dijmin ên li Qela Perîxanê ya Geverê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.

LI ZAPÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku di 16’ê Cotmehê de li dijî qada Zapê dabû destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de di 20’ê Cotmehê de saet di navbera 14.00 û 15.00’an de gerîlayên me yên YJA-Starê li Girê Xeregolê li dijmin dane. Li vê derê bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

OPERASYONA LI SÊRTÊ

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 4’ê Cotmehê de li qada Qelenisê ya Hawêla Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin. Di operasyonê de bi obusan li qadê hatibû xistin. Operasyon di 19’ê Cotmehê de bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hate kişandin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 20’ê Cotmehê de saet di 16.00’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker Girê Şehîd Sîdar ê qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.