Ji Xelfetiyê bang hate kirin: Em têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Sedema krîzên li Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye" û ji bo mezinkirina berxwedana li dijî tecrîdê bang kir.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), girseya gel xwest biçe gundê Amara yê Xelfetiyê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda 23 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lê belê hate astengkirin.

Jendermeyên Tirk bi hinceta 'biryara qedexeyê' ya walîtiyê, girseya gel bi saetan li pêşiya gundê Amarayê rawestandin. Ji ber vê yekê heyetê li pêşiya avahiya HDP'ê ya navçeya Xelfetiyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Pero Dundar, Dersîm Dag, Remziye Tosûn û Mahmût Togrûl, Serokê Giştî yê OHD'ê Bunaymîn Şeker û endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî di nav de bi dehan kes tevlî çalakiyê bûn.

'BÊÇARETIYA DEWLETÊ'

Biraziyê Abdullah Ocalan û parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan got, "Destûr nedan ku mêvanên me bên guhd. Qanûneke taybet heye, kes nikare serdana gundê Birêz Ocalan bike. Ev yek bêçaretiya dewletê ye. Bila dest ji vê kiryara xwe berdin. Mêvanên Birêz Ocalan wê timî hebin. Birêz Ocalan mejiyê gelê Kurd e. Deriyê me li her kesî vekirî ye, her kes dikare bêne serdanê. Bi zilm û bêhiqûqiyê hûn nikarin kesî asteng bikin. Em ê xwedî li vê paradîgmayê derkevin. Deriyê Birêz Ocalan her roj li mirovên jê hez dikin vekirye. Em vê astengiyê qebûl nakin. Ditirsin. Amara wê her tim bi rol û mîsyona xwe rabe. Em ji her kesên ku tevlî daxuyaniyê bûne dibêjin, hûn bi xêr hatine navçeya Birêz Ocalan."

'BÊYÎ ABDULLAH OCALAN DEMOKRASÎ NABE'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz piştre axivî û astengkirina Amarayê bi bîr xist û got, "Ev bêçaretiya desthilatdariyê ye. Me xwest nîşan bidin ku Birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê kesayetekî nebe nabe. Cîhan hemû pê zane bê Birêz Ocalan çi pêşniyaran ji bo cîhanê dike. Ne tenê gelê Kurd, gelên cîhanê ji bo azadiya Birêz Ocalan û avakirina demokrasiyê têdikoşin."

Aydenîz bi bîr xist ku li gelek deverê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanya têne meşandin û got, "Her kes zane ku felsefeya Birêz Ocalan alternatîfa vê sîstemê ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze bi girankirina tecrîdê re kaosê li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn belav bike. Hewl didin ku bi şer û talanê li ser piyan bimînin û paşeroja xwe ya têkçûyî dewam bikin. Lewma Tirkiye bi her awayî di nava krîzê de ye. Yekane sedema vê krîzê tecrîd û dijminatiya li Kurdan e. Bi vê nêzîkatiyê paşeroja gelên Tirkiyeyê hîn bêhtir dixitimînin."

'SEDEMA KRÎZAN TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE'

Aydenîz ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ku 23 sal in dewam dike bang kir û got, "Divê ev tecrîd tavilê bi dawî bibe. Hemû rêbazên antî demokratîk li Îmraliyê hatin destpêkirin û li nava girtîgehan û gelan hatin belavkirin. Bingeha hemû bêhiqûqiyan di nava bêhiqûqiya li Îmraliyê de ye. Sedema krîzên li Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Divê gel hemû li dijî vê têbikoşin. Eger tecrîd dewam bike wê her der bibe girtîgehên vekirî. heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin. Her roj, her saet em ê bêjin ku astengiya herî mezin a li pêşiya gelan, tecrîd e. Li her derê em ê berê xwe bidin Amarayê. Heta ku polîtîkayên tecrîd, talan, şer bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, civakî dewam bikin. Divê tavilê dest ji polîtîkaya tecrîdê bê berdan."