Ji vegera girtîgehê qeza: Mirî û birîndar hene

Malbata hevserokê berê yê DBP’ê yê navçeya Erdîş Abîdîn Încî dama ku çûn ziyareta birayê xwe Fîkret Încî, di vegerê de qeza kirin. Dayîka wî jiyana xwe ji dest da, hevjîn û zarokên wî birîndar bûn.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan de, birayê hevserokê berê yê BDP’ê yê navçeya Erdîş Abdîn Înce, Fîkret Înce di 29’ê Mijdarê de di serdegirtinê malê de hate girtin û şandin girtîgeha Tîpa T a Wanê. Malbata Fîkret Înce dama çûn ziyareta Fîkret Înce, di vegerê de qeza kirin. Wesayîta ku malbat Înce li nav bûn li herêma Bêgira Karahanê ji ber sedema qerisîna rê şemitî û li minubîsekê qelibî. Di qezayê de dayîka Înce Guzel Înce jiyana xwe ji dest da, li gel hevjîn û zarokên Înce gelek kes birîndar bûne. Dermankirina birîndarên li nexweşxaneyên li Eerdîş û Bêgirê dewam dike, cenazeyê dayîka Înce rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgirê.