Ji Sakîneyan heta bi Amara Ronahiyan, mîrateya têkoşînê
Ji gerîlayên YJA Starê Amara Ronahî di rojnivîska xwe de qala têkoşîna Sakîne Cansiz dikir.
Ji gerîlayên YJA Starê Amara Ronahî di rojnivîska xwe de qala têkoşîna Sakîne Cansiz dikir.
Sara, ber û pûsûlaya her gerîlayeke jin e ku tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Her jina ku tê serê çiya, hinek jî ji bo bibe mîna Sara, wek wê şer bike û bibe xwediya sekineke wek ya wê, xwe perwerde dike, tevlî jiyanê û şer dibe. Dema sax bû, xeyala her gerîlayeke jin bû ku wê bibîne, piştî şehadeta wê jî gerîlayên jin bi nameyên ku jê re dinivîsin di navbeyna dilê xwe û yê Sarayê de pêwendiya hevrêtiyê datînin. Şehîd Amara Ronahî ya gerîlaya YJA-Starê, dibêje ku ew bi nivîsandina nameyan ji Sakîne Cansizê re, şerê wê ji xwe re dike egera têkoşînê.
BI BAWERIYA XWE YA BI AZADIYÊ BERÊ XWE DA ÇIYAYAN
Gamze Laçîna peyrewa Besê û Zarîfeyan ku ruhê berxwedane yê Dersimê di wan de heye, guhdariya çîrokên qehremaniyê yên Dersimê ji mezinên xwe dike. Piştî bihîstina berxwedanên destanî yên Dersimê, tundiya li ser gelê Kurd ê Elewî dibîne û ji bo fêmkirina ji kesayeta Dersimê bi rastiya Elewî, dest bi lêgerînê dike. Gamze dibe yeke bîrewer û berxwedêreke jin a ku ji bo gelê xwe şer dike. Bi awayekê çalak cih di nav xebatên ciwanan de digire. Ji bo bibe bersiv li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên îmha û qirkirinê, cih di nav gelek çalakiyan de digire. Dixwaze hesta xwe ya hilanîna tolê ji dijmin, bi çiyayan re bike yek û biryara çûyîna serê çiyayên azad dide. Sala 2011’an li eyaleta Erziromê digihîje gerîla. Sala 2022’yan di êrîşa hewayî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd dibe.
Gerîlaya YJA STAR’ê Amara Ronahî, beriya şehîd bibe li rojnivîska xwe ev tişt nivîsîne.
"Jiyana bi Şer
Jiyana bi serhildan, qêrîn û şerekê mezin û evînê! Watedarkirina her kêliya jiyanê. Ango şer û jiyan. Şerkirina ji bo jiyanê. Şerkirina ji bo parastina jiyana pîroz. Şerkirina ji bo kenê zarokan nîvco nemîne û bikarin bi xeyalên xwe bijîn. Bi naskirina te, naskirina harbûna Mûnzûrê û heybeta Dersimê, dîtina Besê û Zarîfeyê bi te û hestkirina bi te. Wek ku Rêbertiyê gotiye; ‘’Ne mimkûn e ku mirov di jiyan û sekin û her gavê de ku tu diavêjî, Kurdistanbûn û Botanbûna Dersimê nebîne. Siûda min a ez te nas bikim nîn bû. Bi ya min ez ê cihê wê bi fêmkirina ji Rêbertiyê tije bikim. Lewre tu hevrêyeke heja ya Rêbertiyê yî. Naskirina te, naskirina jiyanê, watedarkirina jiyanê bi şer e. Jiyan û têkoşîna bi awayê Besê û Zarîfeyê bi naskirina te ye. Tu bûyî qêrîna jinan ku navê din ê têkoşînê ye. Her ku hest bi te dikim, hest pê dikim ku divê bijîm.
Tu bûyî nav û têkoşîna jinan. Hemû jin bi sekina te ya serhildêr û serbilind bûn xwedî hêrs û azweriya şerkirin û jînê. Sekna te ya jiyanê, nebêzarbûna te, nîşaneya evîn û baweriya te bi azadiyê ye. Têkoşîna te, bû rêgeza min a jiyanê. Ne bi tenê ya min, tu ji bo hemû jinan bû rêgeza jiyanê. Tu ketî nav dil û mêjiyan. Cewherê jinan ê jiyanê û jin li serê çiyayên Kurdistanê anîn ba hev. Wek şervaneke te, soz didim ku ez ê heyfa te hilînim. Û wê nifşê nû li Kurdistaneke azad bi guhdarîkirina li çîrokên qehremaniyê yên te mezin bibe."