'Ji Qendîlê heta bi Derya Reş li dijî dagirkeran şer kir'

Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger di salvegera 11'an de Simko Serhildan bi bîr anî û got, "Hevalê Simko ji Qendîlê heta bi Derya Reş li her qada têkoşînê cih girt û li dijî dagirkeran şer kir."

Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger bi nirxandineke taybet Fermandar Simko Serhildan di salvegera şehadeta wî de bibîranî û bi wê re bûyerên dawî ji ANF’ê re nirxand.

Nirxandinên Şevger wiha ye:

“Li Kurdistanê şerek tê meşandin, ev şer di meha Nîsanê ya sala 2022’an de li Zap, Avaşîn û Metîna destpê kir. Dagirkeriya dewleta Tirk ji bo bi ser gelê Kurd de were û tune bike û ji bo ku Tevgera Azadiyê ji holê rake heta jê tê êrîş dike. Ji ber vê yekê hevalên ku niha li Zap, Avaşîn û Metîna li ber xwe didin û hevalên ku gihaştine asta şehadetê em hemûyan bi bîr tînin û soza xwedîderketina li doza wan didin.

Dewletên dagirker pêwîste vê zanibin; ne civaka Kurd, ne jî tevgera Apoyî ku bi salane li beramberî wê şer dikin, li gel hêz û teknîka xwe nikarin tune bikin. Pêwîste zanibin ku ji îro û şûnde jî wê nikaribin tune bikin.

Şer tenê li Zap, Avaşîn û Metîna nayê meşandin, di heman demê de di asta her çar parçeyên Kurdistanê de şer tê meşandin. Li her dera ku Kurd lê hene şer tê meşandin. Niha dewletên dagirker dixwazin tevgera Apoyî tune bikin, lê belê tevî ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê aboriya xwe hemû xiste nava meriyetê jî lê li beramberî berxwedana ku niha gerîla dide meşandin têk çûye.

Niha ji ber ku dewleta dagirker xwe ji têkçûnê rizgar bike li ku derê Kurdekî azad hebe êrîşan li ser dide meşandin. Di 22’ê Tebaxa 2022’an de êrîşeke balafira keşfê li ser hêzên me yên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Asosê çêbû, di vê êrîşê de dema yekîneyek me li ser erka xwe bûn 2 hevalên me gihaştin asta şehadetê. Ev êrîş çi dide nîşandan. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li beramberî gerîlayên Kurdistanê û têkoşîna Apoyî têkçûye. Lewma li her derê ketiye nava êrîşan. Li kuderê Kurdekî bibîne dijiminê xwe dibîne û dixwaze tune bike. Êrîşkirina dewleta Tirk a li ser hemû hêzên Kurdistanê têkçûna wan ya beramberî gerîlayên Kurdistanê dide nîşandan.

Di serî de her 2 hevalên me yên ku di êrîşa li ser Asosê de pêkhat şehîd bûn, em wan bibîr tînin. Her 2 hevalê me ji bo ku li beramberî dagirkeriyê bisekinin ji bo ku tekoşîn bikin berê xwe dan nava refên gerîla, ji bo gelê ku her roj li ser wê êrîş têne meşandin berê xwe dan çiyayên azad û ji bo azadiyê xwestin şer bidin meşandin. 

Hevalê me Rêzan ji Efrînê bû. Ji Efrînê berê xwe da nava refên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê, bi fikir û îdeolojiyeke azad di nava tekoşîna Apoyî de cihê xwe girt, ji ber wê civaka Kurd heval Rêzan ji bîr nake. Heval Rêzan dagirkeriya li ser Efrînê ji bîr nekir, ji ber vê yekê berê xwe da nava refên gerîla. Hevalê Rêzan ciwan bû û bi sekna xwe ya leşkerî û bi zanebûna xwe ya pêşketî bû yek ji gerîlayên Kurdistanê ku heta dawî wê neyê jibîrkirin.

Hevalê me Bawer Sûr hîn di temenê xwe yê ciwan de zilma ku dagirker dide meşandin nas dike. Ji ber ku beramberî zilma dagirkeriya Îranê bisekine beşdarî nava refên gerîla dibe û bi fikr û îdeolojiya Rêber Apo xwe zana dike, roj bi roj kîn û nefreta xwe mezintir dikir.

Di heman demê de di meha Tebaxê de heval Rêzan Cawîd li Rojavayê Kurdistanê bi sûîqestekê ya ji aliyê dewleta faşîst a Tirkiyê hate şehîdxistin. Hevalê Rêzan hevalekî ji Mehabadê bû. Mehabad ji bo me ji bo civaka Kurd bi Komara Mehabdê re bû cihekî tekoşînê, ji ber vê yekê di dîroka gelê Kurd de cihekî xwe yê cuda ji bo me heye. Di cihekî ku bûye temsîliyeta gelê Kurd de hevalê me Rêzan ji wir derket. Ji ber ku zilm û dagirkeriya dewleta dagirker a Îranê qebûl nekir, bi fikir û felsefeya Rêber Apo derket serê Çiyayên Kurdistanê û di nava PJAK’ê de ji bo ku ji gelê xwe re pêşengiyê bike cihê xwe girt. Hevalê Rêzan bi tekoşîn, berhem û keda xwe ji bo Rojhilatê Kurdistanê hem pêşeng bû hem jî sembolek bû. Ji ber vê yekê şehîdbûna heval Rêzan ji bo me giran bû. Lê belê bi şehîdbûna heval Rêzan em tune nabin, kîn û nefreta me ya li beramberî dagirkeriyê zêdetir dibe. Ji bo ku em tola hevalê xwe rakin bihêztir dibin, bi şehadeta hevalê Rêzan em ê serketinên mezintir ava bikin. 

Tişta em pê kêfxweş dibin sekna dayika Heval Rêzan e. Gotina dayika heval Rêzan ku dibêje; ‘serê min bi qasî çiyayê Qendîlê bilinde’ pir moral da me, mirov ji vê gotinê hêz digire. Ji ber vê yekê hemû dayikên me pêwîste vê seknê ji bo xwe esas bigirin. Ji ber ku heval Rêzan di riyek rast de şehîd ketiye, dayika wî wisa dibêje. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pêwîste gotina dayika hevalê Rêzan ji bo xwe sembol bibînin. Wek kadroyekî PJAK’ê gotina dayika heval Rêzan erka ku em hîn bihêztir tekoşînê bidin meşandin li ser milê me ye.

Di 3’yê vê mehê de dîsa salvegera şehadeta Fermandar Heval Simko Serhildan bû. Em salvegera 11’mîn jiyan dikin. Di sala 2011’an de konseptek çêbû, bi hevdîtinên Tirk û Îranê re û hêzên herêmî jî di nav de xwestin tevgera Apoyî li Qendîlê tesfiye bikin. Ji ber wê li Tehranê peyman hate îmzekirin. Wisa dizanîbûn ku şerê tevgera Apoyî kirin hêsane. Lê belê Îran bi hatina xwe ya li ser Qendîlê re poşman bû. Dibe ku di nava wî şerî de em wekî Îranê xwedî teknîk nebûn, lê belê bi bawerî û îradeya xwe me di nava wî şerî de serketin qezenc kirin. Di wir de Îranê digot; ‘bi hêzeke zêde ezê wî şerî qezenc bikim’, ji ber wê Îranê gelek windahî dan û dîsa nekarî serbikeve.

Şerê Qendîlê di sala 2011’an de bi pêşengiya Fermandar Heval Simko hate meşandin, di nava şer de yê ku planê wan vala derxist Fermandar Heval Simko Serhildan bû. Heval Simko piştî girtina Rêber Apo di sala 1999’an de bi tevlêbûna xwe xwedî li Rêber Apo derket, bi vî rengî mezin bû û bû fermandar. Heval Simko di hemû qadên tekoşînê de cihê xwe girt, ji Qendîl heta Behra Reş bû xwedî tekoşîn li beramberî dagirkeran. Heval Simko li ser berhema 15’ê Tebaxê mezin bû û ji bo Rojhilatê Kurdistanê bû xeta fermandariyê ya nû. Di wir de bi taktîkên heval Simko dewleta dagirker a Îranê têkçû. Di nava Şerê Qendîlê de bi heval Simko re me 21 şehîd dan. Di şexsê heval Simko de em hemû şehîdan bibîr tînin, em diyar dikin ku wê tekoşîna wan hevalan bighêje serketinê.

Heval Simko Serhildan fermandarek bû, di nava civakeke xizan a bajarê Bane de derket. Bi aliyê xwe yê îdeolojîk û leşkerî ve bi avahiya xwe re her tim di nava tekoşînê de bû û bi gotina pêwîste dagirker li ser axa me nemînin şer da meşandin.

Wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê sekna Fermandar Simko ji bo me mînak e. Heval Simko wek Fermandar bi fikir, sekn, tevlîbûn, taktîk û pêşketinên xwe ji bo me her tim sembol e. Nêzîkatiya me her tim wê xwedîderketina li xeta Fermandar Heval Simko Serhildan be. Di Rojhilatê Kurdistanê de li ser taktîkên heval Simko daye afirandin em ê her tim xwe perwerde bikin.

Careke din em hemû şehîdên ku di Şerê Qendîlê de Şehîd ketine bibîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Em di şexsê wan hevalan de soza bilindkirina tekoşînê dubare dikin. Dewletên dagirker pêwîste zanibin ku em her tim ji şehîdan hêz digirin, bi seknê xwe heta dawî em ê xwedî li wan şehîdan derkevin û xeyalên wan bighînin serketinê."