Ji polê heta Sûrê çîroka mamoste Erdal
Erdal Tekîn mamostekî danî aliyekî tevlî bexwedana li Sûrê bû. Piştî qetilkirina Tekîn ev pirs li benda bersivê ye: Çima mamosteyekî kadroyî yê dewletê karê xwe datîne aliyekî, diçe Sûrê û jê dernakeve.
Erdal Tekîn mamostekî danî aliyekî tevlî bexwedana li Sûrê bû. Piştî qetilkirina Tekîn ev pirs li benda bersivê ye: Çima mamosteyekî kadroyî yê dewletê karê xwe datîne aliyekî, diçe Sûrê û jê dernakeve.
Teşxîskirina hemû cenazeyên ji Sûrê derketine, hînê neqediya ye. Tevî vê yekê 13 cenaze jî li heşwa du malên li Sûrê hatine veşartin. 10 malbatên nikarin cenazeyên xwe rakin, ev çend hefte ne li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê disekinin.
Yek ji van malbatan malbata Erdal TekÎn e.
Malbat û biraziyên wî yên li navçeya Manîsa Salîhliyê dijîn û her roj tên navenda çandê, li benda agahiyek ji Sûrê ye.
Li gelek cihên navenda çandê wêne hatine daliqandin. Xwediyê hin ji van wêneyan şehîdên Sûrê yên bê gor in.
Dayika Erdal Tekîn Sîttî Tekîn li wêneyê kurê xwe dinêre û rondikan dibarîne. Biraziyên Tekîn li dora dayikê civiyane.
Ji wan dipirsim, ew jî carna bi ken, carna jî bi girî qala Erdal dikin.
Erdal Tekîn ji gundê Kayacik ê navçeya Amed Pasûrê ye. Çîroka wî mîna ya bi hezaran Kurdan e. Dema gundê wan di sala 1993'an de tê şewitandin, malbata Tekîn neçar dimîne koçî navçeya Manîsa Salîhlî bike. Li vir jî rastî zextê tê. Lê dîsa jî xwe li jiyanê digirin û jiyana xwe diparêzin.
Erdal li Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Balikesîrê dixwîne. Di dawiyê de jî weke mamosteyekî cografyayê mezûn dibe. Piştre di meha Sibatê de ji bo Liceyê weke mamoste tê wezîfedarkirin.
JI BO XIZMETÊ JI GELÊ XWE RE BIKE XWEST MAMOSTETIYÊ LI LICEYÊ BIKE
Li gorî vegotinên biraziyên wî, bi xwe xwest biçe Liceyê, ji bo xizmetê ji gelê xwe re bike. Erdal daxwaza xwe li Sûrê jî nîşan da.
Biraziyên wî ji bo vê tercîha Erdal dibêjin "Mîna mamosteyekî dikarî bû mûçeyê xwe werbigirta û jiyana xwe bi normalî dewam bikira. Dikarîbû jiyaneke rehet bijiya. Lê ev nekir."
Cenazeyê Erdal li holê nîne. Malbat ji çapemeniyê hîn bû ku jiyana xwe ji dest daye. Lê saziyên Pêwendîdar agahî nedaye malbatê bê çawa jiyana xwe ji dest daye, cenazeyê wî li ku ye. Dibe ku di nava 13 cenazeyên ji neçarî li hewşa du malên li Sûrê hatine veşartin de be.
Mamosteyê cografyayê Erdal Tekîn kî bû?
Beriya her tiştî mamosteyekî hevalê xwendekarên xwe bû. Yek ji biraziyên wî vedibêje: "Dema mûçeyê xwe stend, hemû pereyê xwe li xwendekarên li nava malbatê belav dikir. Di bêrîka wî de pereyê rê nedima. Lê dîsa jî ev dikir."
Erdal Tekîn gelekî ji gerê hez dikir. Yek ji biraziyên wî dibêj 'evîndarê xwezayê bû. Timî diçû serdana gund. Li nava gund digeriya, bi baldarî li derdora xwe dinêrî."
Û ji vegotina bîranîna hez dikir.
Yek ji wan dikene.
Dipirsim, bi rûkenî vedibêje: "Digot, 'gelê me dema kêfxweş dibe jî govendê digerîne, dema xemgîn dibe jî. Dema Kurdistan ava bû, ez ê govendê rakim.'"
Dipirsim "Ji gerandina govendê hez dikir?"
Bi ken dibêje "Hinekî dizanîbû". Xuya ye rojên bi hev re govend digeran, tê ber çavan.
Mamosteyê cografyayê Erdal Tekîn herî zêde li hemberî bêedaletiyê bi hêrs dibû: "Dema didît ê li pêşberî wî ne adîl e, gelekî bi hêrs dibû. Me qet nedît ku serî li ber neheqiyê tewand. Bavê wî jî bûya, eger neheq bûya li hember derdiket."
Yek ji biraziyên wî stranekê dide guhdarîkirin. Strana Tûran Şengul: Al Benî Yar.
HEZ JI STRANAN DIKIR
Dayika Sîttî rondikan dibarîne.
Yek ji biraziyan dibêje, "Dema em li hev diciviyan, timî stran digot. Hez dikir ku xwe bi stranan vebêje."
Yek ji biraziyan dibêje, "dîmenên kurt dikişand û biraziyên xwe pê kêfxweş dikir. Xwedî enerjiyeke bilind a jiyanê bû." Dûre gotinê tîne ser berxwedana Sûrê: "Armanca Erdal a li Sûrê 'mirin' nebû. Ji bo bijî û bide jiyîn çû Sûrê."
Dayika Sîttî ya bi rojane li benda cenazeyê kurê xwe ye dibêje, "Cenazeyê kurê min bidin min."
Dayikên din jî timî dibêjin, "Bila şer nebe, aştî pêk were."
Biraziyê daxivin: "Ti ji me wê serî li ber vê sîstemê netewîne. Em ê têkoşîna wî bidomînin. Ya heyî, qutbûneke fîzîkî ye. Hêza dewletê têrê nake me ji hev qut bike. Weke malbata wî em gelekî jê hez dikin. Bîranîn û têkoşîna Erdal wê rêya me ronî bike."
Dûre pirseke ku dixwaze dewlet û civak bersivê bide dipirsin: "Mamosteyekî kadroyî yê dewletê çima diçe Sûrê û tevlî berxwedanê dibe?"