Ji PDK’ê daxuyaniyek sosret

Berdevkê wezîrê Peşmergeyan yê PDK bi daxuyaniyekî piştgirî da dewleta Tirk û PKK sûcdar kir.

Rayedarên PDK’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a bi ser Şengalê de daxuyaniyên sosret dad û bi vê jî ragihandin bê ka plana êrîşê çawa hatiye girêdan.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê PDK’ê Helgurt Hîkmet got, ‘’Em bang li PKK’ê dikin ku helwesta xwe di ber çavan re derbas bike’’

Her wiha Serokê Meclîsa Nînova Beşar Kikî jî daxuyaniyeke hetiketî da û got, ‘’PKK’ê dixwest  rewş were vê astê. PKK naxwaze li herêmê şer bidawî bibe.’’

Helgurt Hîkmet di daxuyaniya xwe de êrîşên TC’ê şermezar nekir û ji PKK’ê re jî got, ‘’Xaka herêma Kurdistanê biterikînin.’’