Ji Mûqteda Sadr banga vekîşînê ji bo Kerkûkê

Serokê Tevgera Sadr Mûqteda Es-Sadr, ji hêzên Seraya Selam a girêdayî Tevgera Sadr ku di nava Heşdî Şebî de ne, xwest ku di nava 72 seatan de ji Kerkûkê vekişîn.

Li Iraqê Serokê Tevgera Sadr, Mûqteda Es-Sadr  bi daxuyaniyekî nivîskî ferman da koma Serayya Selam ya girêdayî wî û di heman demê de di nava Heşdî Şabî de cih digre ji Kerkûkê vekişin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Serayya Selam divê di nava 72 seatan de ji hemû nuqteyên di nava Kerkûkê de vekişin.” Her wiha Sadr diyar kir ku pêwîste kontrola hemû bajarên Iraqê dewrî hêzên ewlehiya Iraqê were kirin.

SERAYYA SELAM

Serayya Selam ku di nava Heşdî Şabî de cih digre, di sala 2014’an ve ji alyê Mûqteda Es-Sar ve hate avakirin û tê texmîn kirin ku nêzî 10 hezar leşker hêza wê heye. Ev rêxistina ku di heman demê de nêzî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye hêrî zêde li Samara û Necefê xebatan dide meşandin.