Ji jinên Êzidî banga rawestandina êrişên li ser gerîla

Jinên Êzidî li Şengalê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrişên artêşa Tirk ên li ser qadên gerîla şermezar kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê êriş û dagirkeriya bê navbera a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û banga tavilê rawestandina êrişan kir.

Daxuyaniya TAJÊ li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo ve hate dayîn.

Şemê Remo diyar kir ku tevî ragihandina agirbesta gerîla, hê jî dewleta Tirk êrişên xwe nedaye sekinandin, berevajî bi dijwarî êriş dike û wiha got: “Her roj bi balafiran û çekên kîmyawî êrişê gerîla dike û gerîla şehîd dixe. Heta niha dewleta Tirk bersivek nedaye agirbesta gerîla. Em, aliyên ku naxwaze şer bisekine dijmin dibînin, dijminê civakan dibînin. Hemû cîhan dizane piştî Banga Rêber Apo gerîla agirbest îlan kir. Lê çima dewleta Tirk bersivek erênî nade. Berovajî qet êriş û bombebaran xwe nedaye sekinandin.”

Herî dawî Şemo Remo bang kir ku tavilê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê werin rawestandin.