Ji HPG’ê têkildarî operasyon û çalakiyan daxuyanî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyon û çalakiyan daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê têkildarî êrîşa li Şengalê jî agahî da.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn de, ev agahî hatin parvekirin.

AGIRÎ

21’ê Nîsanê artêşa Tirk li devera Kirê Çiftlik û Kirê Elê yê li herêma Glîdag a girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê dest bi operasyonekê kirine. Operasyona 23’ê Nîsanê bê ku ti encamekê bigire paşve vekişiyaye.

GEVER

24’ê Nîsanê saet di navbera 10:30-10:50’an de hêzê me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Elîşêr, Şehîd Karker, Şehîd Zerdeş û Sîvriyê yên li ser sînorê navçeya Gevar a Colmêrgê bi cih bibûn, çalakiyek bi çekên giran lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYΠ

24’ê Nîsanê saet di navbera 17:30-17:40’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Ortê yê girêdayî Herêma Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

ŞENGAL

Artêşa Tirk a ku ji bo li Kurdistanê dagirkeriya xwe meşrû bike, 25’ê Nîsanê saet di navbera 02:00-04:00’an de li dijî Çiyayê Şengalê êrîşke lidar xistine. Di êrîşa ku gelek nuqte kirin hedef de, ti ziyan negihiştine hevalên me, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye.