Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di derbarê Hevseroka Tevgera Azadî yê herêma Silêmaniyê Azad Omer Mihemed daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku îro piştî Azad Omer Mihemed çûye bazarê ti agahî jê nîne.
Tevgera Azadî di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em tevahî gelê xwe û raya giştî agahdar dikin, hevalê me Azad Omer Mihemed ku bi navê Hacî Azad, Hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Silêmaniyê ye. Ji saet 09:30’ê vê sibehê ve çûye bazarê û piştî wê ti agahî jê nehatiye girtin.”
Tevgera Azadî têkildarî Omer Mihemed wiha got: “Gumanên me hene ku li asayişa Silêmaniyê be û ew jî di çarçoveya vê pêla girtin û binçavkirinan de hatibe binçavkirin.”
Herî dawî di daxuyaniya Tevgera Azadî de ev bang hate kirin: “Em asayişa Silêmanî, lijneya ewlehiyê ya Silêmanî û Walîtiya Silêmaniyê agahdar dikin demek pêş a din çarenûsa hevalê me diyar bikin. Eger diyar nekin, wê helwestên me yên tund hebin.”