Ji 15 gundiyên hatin destgîrkirin agahî nayê girtin - HATE NÛKIRIN

Ji 15 gundiyên li gundê Peyindas ê girêdayî navçeya Tetwanê hatin destgîrkirin agahî nayê girtin.

Li çoltera gundê Peyindas ê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlisê duh di saetên serê sibê de di navbera leşker û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de şer derketibû û leşkerên ku bi ser gund de girtin 15 gundî destgîrkirin. Li herêma ku şerên dijwar lê diqewimin gundiyên bi navê Kerem Arvas, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras, Ahmet Çelîk û 7 gundiyên navên wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin. Hate zanîn ku leşkeran gef li Kerem Arvas xwarine û bi lêdanê destgîrkirine. Ji 15 gundiyan agahî nayê girtin.

Malbatên gundiyên hatin destgîrkirin diyar kirin ku ji saetên serê sibê ve agahiyê ji zarokên xwe nagirin û bi lêv kirin ku ji jiyana zarokên xwe bi fikar in.

Li aliyê din têkildarî welatiyên hatin destgîrkirin ji saziyên têkildar tu daxuyanî nehatin dayîn.