Girtiyên PKK û PJAK’ê gotin, “Gelên me yên ku xistine zindanan, bi pêşxistina bîrbûna kûr û tecrubeya têkoşînê, wê îradebûn û xurtbûneke wisa pêk bînin ku wê faşîzm û êrîşkar poşman bibin.” Girtiyan diyar kirin ku, em ê peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin û bal birin ser vî tiştî ku Girtîgeha Şakranê bûye dojeh. Di daxuyaniyê de qala girîngiya “Serketina Na”yê hate kirin û peyama “Wê serfirazî ya berxwedêran be” hat dayîn.
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê, bi riya nameyê daxuyanî da.
Daxuyaniya girtiyan wisa ye:
“Desthilatdariya AKP’ê ya ku li Tirkiye û Kurdistanê ji çareseriya siyasî û veguherînê direve, faşîzma xwe heta dawiyê bi cih dike û hedefa wê ev e ku di veavakirina herêmê de careke din gelê Kurd mahkûmî bêstatuyê bike. Hemû polîtîkayên xwe ji bo vî tiştî dike.
Bi pêkutî, şîddet û binpêkirina mafên mirovan a li derve, bi girtinan dixwazin li hundir jî pêk bînin. Operasyonên şikandina vînê yên li derve, dixwazin bi yên hundir re temam bikin. Êrîşên ku rûmeta mirov ji xwe re dikin hedef, bi vê mebestê pêk tînin.
Ligel ku li hemû girtîgehan binpêkirina mafan heye, bi taybetî hin girtîgeh ji xwe re kirin herêmên pîlot. Ji aliyekî dixwazin vîn û berxwedanê bişikînin û ji aliyê din ve jî dixwazin her zindan bi kêşeyên xwe eleqedar bibe û nikare piştgiriyê bidin zindanên din.
Em wekî girtiyên PKK û PAJK’ê em di vê pêvjoya girîng de hay ji rol û mîsyon û peywira xwe hene. Gelên me yên ku xistine zindanan, bi pêşxistina bîrbûna kûr û tecrubeya têkoşînê, wê îradebûn û xurtbûneke wisa pêk bînin ku wê faşîzm û êrîşkar poşman bibin. Ji ber vê jî em sirgun û êrîşên ku êdî her roj pêk tên ji xwe re wekî asteng û hincetê nabînin û di her şert û mercan de li her derê em ji bo berxwedan û avakirina jiyana azad, amadekirina heval û hevrêyên li kêleka xwe ji xwe re wekî peywira yekemîn dibînin.
LI ‘ŞAKRAN’Ê JIYAN KIRINE DOJEH
Yek ji girtîgeha ku faşîzm li ser wê tê ceribandin, Girtîgeha Şakranê ye. Li vê girtîgehê jiyan kirine dojeh. Li ser navê lêgerîna bi kitekit, li ser girtî û malbatan lêgerîna bi tazî ferz dikin. Bi polîtîkayên wekî di hejmartinê re rabin ser piyan, di korîdorê de bi rêzekê de bimeşin, bêrûmetî û teslîmiyetê ferz dikin. Têkiliya girtiyên ku li 5 qawîşan a bi hev re, ji binî ve tê asteng kirin. Em bangî Saziyên Sivîl ên Civakî û parlementeran dikin ku bila werin vê wehşetê bibînin. Em wekî girtiyên PKK û PAJK’ê em ê ji bo polîtîkayên vê girtîgehê bi saziyên navneteweyî re têkevin têkiliyê û em ê ji wan di nava hevgirtinê de bin.
BAL BIRIN SER GIRÎNGIYA ‘NA’YÊ
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku îro li Şakran, Sîncan, Edîrne û Wanê didome îro roja xwe ya 30’emîn qedandiye. Li girtîgehên din jî ji 15’ê Adarê û vir ve grevên birçîbûnê yên bêdem û bidorveger didomin. Em dizanin polîtîkayên li ser Rêbertiyê pêk tînin. Ji ber vê jî ji bo sekinandina hemû pêkutî û îşkenceyê divê tecrîd were sekinandin. NA’ya li hemberî feqên mirinê ya ku dixwazin li ser gelê me pêk bînin wê bibe şikandina van polîtîkayan jî.
‘DÊ SERFIRAZÎ YA BERXWEDÊRAN BE’
Pêvajo ne ev tişt e ku em Mazlûm, Kemal û Ferhat fêm bikin û wan bi bîr bînin, divê em nîşanî hemû mirovayetî û dîrokê bidin ku em rêheval û şopdarên wan in. Em wekî bi deh hezar girtiyên li zindanan û malbatên wan, li ser vê zemîna ku em jiyan û wateyê li gel Rêbertiya xwe par ve dikin, em bawer dikin ku em ê peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin û bibin afirînerên serkeftinên mezin. Serfirazî wê ya heqîqat û berxwedêran be.