Ji girtî re gotin “parêzerê te hatiye” sîxurtî lê ferzkirin

Ji girtiya bi navê Hanim Îş ya li Girtîgeha Jinan a Amedê tê girtin re gotin “parêzerê te hatiye”, lê ew neçar kirin ku bi kesên ku hat gotin endamên îstîxbaratê ne re hevdîtinê çêbike.

Girtiya bi navê Hanim Îş a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê tê ragirtin, di 25'ê Sibatê de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi gotina "Parêzerê te hat" ji qawîşê hat derxistin.

Hanim Îş ê ku ji qawîşê hat derxistin, hewl hat dayîn ku bi îstîxbaratê re têkiliyê deyne. Hate hînbûn ku endamên îstixbaratê di hevdîtinê de sîxurî li wê ferz kiriye.

Hanim Îş a ku ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekir, hevdîtin nîvco hişt.

Hate zanîn ku Îş ê ku diyar kir tişta hatiye kirin ne hiqûqî ye, hem li dijî rêveberiya girtîgehê hem jî li hemberî kesê ku li ser navê îstixbaratê hatibû wê serlêdana sûc bike.