Ji fedayîtiyê tawîz neda

Kendal Sûrûç (Mehmet Kaya) ku di 25'ê Tebaxa 2019'an de li Heftanînê şehîd bû, mîna jiyaa xwe di têkoşîna xwe de jî ji fedayîtiyê tawîz neda.

Kendal Sûrûç (Mehmet Kaya) tevlî şerê gerîla yê li Heftanînê bû, heta kêliya dawî bi rengekî xurt têkoşiya û di 25'ê Tebaxa 2019'an de şehîd bû. Hevrêyê wî Firat Varto qala wî kir.

Firat Varto anî ziman ku di sala 2016'an de Kendal Sûrûç nas kir, nêzî salekê bi hev re xebitî û got, "Hevalekî ciwan bû, kelecan û enerjiya ciwantiyê pê re diyarker bû. Ji bo hevalan moral bû. Ji bo wî ne girîng bû ku çi kar tê kirin, ya girîng ew bû ku weke şoreşgerekî bibe xwedî ked. Mirovekî durust bû. Tiştek ji hevalên xwe venedişart, bi hevalên xwe re parve dikir. Her kes pê piştrast bû."

Varto diyar kir ku Kendal Sûrûç ji bo ked û afirandinê timî hewldanên xwe hebûn û got, "Tevî ku ciwan bû û beriya niha di nava şert û mercên giran de nebû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Baş fêhm kir ku her tişt li nava gerîla bi kedê tê afirandin û wî jî jiyaneke bi kedê ji bo xwe kir esas. Bêrawestan timî di karên pratîkî de xebitî."

Varto anî ziman ku Kendal Sûrûç rastiya rexnekirin û xwerexnekirinê bi gotina 'paqijkirina xwe ji jehrê' pênase dikir û got, "Di vê mijarê de gelekî hesas bû. Her tim digot ku em çiqasî bixebitin jî li pêşberî rastiya şehîdan û partiyê kêm in û hewl dida bi rengekî rast tevlî bibe û hêjayî wan bin."

Firat Varto destnîşan kir ku Kendal Sûrûç bêteredût li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe da û got, "Mîna di jiyana xwe de, di berxwedanê de jî ji fedayîtiyê tawîz neda. Di dema êrişa dijmin de ji bo têkbirin êrişê bû xwedî roleke mezin. Di opreasyona ku 'pençe' jê re digotin de, hêza gerîla bi çalakiyan eşkere kir. Heta 25'ê Tebaxa 2019'an dema şehîd bû em hîn kir ku divê bi çi rengî mirov li ber xwe bidin."