Ji êrîşkarên li Hewlêrê 2 kes hatin kuştin
Hate ragihandin, ji kesên êrîş birin ser avahiya Walîtiya Hewlêrê 2 kes hatine kuştin.
Hate ragihandin, ji kesên êrîş birin ser avahiya Walîtiya Hewlêrê 2 kes hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji aliye rayedarên Walîtiyê ve hatin ragihandin, êrîşkarên bi çek danê sibehê ketin hundirê avahiya Walîtiyê. Dema ketin hundir gule reşandin û polîsek birîndar bû. Êrîş li gorî dema herêmê saet 07:30'î dest pê kir.
Li gorî Walîtiya Hewlêrê, êrîşkar dibe ku du ya jî sê kes bin. Li ser nasname, çek û armanca êrîşkaran ji êrîşê hîn agahî bi dest neketin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku du ji êrîşkaran hatine kuştin û kesekî dîl hatibû girtin jî hatiye rizgarkirin.
Li dora avahiya Walîtiyê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin. Tê gotin ku hîn jî dengê çekan ji hundirê avahiyê tê.