Ji du gundiyên li Tetwanê êşkence li wan hate kirin, agahî nayê wergirtin

Ji du gundiyên li bejahiya Peyindas a Tetwan a Bedlîsê di terora 'operasyonê' de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin, agahî nayê wergirtin. Xizmên gundiyan ji jiyana wan bi fikar in.

Li bejahiya gundê Peyindasê sibeha 10'ê Tebaxê bi hinceta şer, artêşa Tirk 8 gundî destgîr kir.

Kerem Arvas, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras, Mehmet Çelîk wên li qereqolên leşkerî yên li Tetwanê hatin girtin, di şeva 12'ê Tebaxê de dema hiştina li qereqolan ji bo 24 saetan hate dirêjkirin.

Aqûbeta Fetûllah Arvas û Ekrem Arvas ên hatin revandin jî nayê zanîn. Parêzera Kerem Arvas Berfîn Ozan diyar kir ku êşkence li muwekîlê wê hatiye kirin, wan rapora lêdanê wergirtine û wê ji ber êşkenceyê gilî bikin.