Ji Demîrtaş re name şand, 4 meh zêdetir li girtîgehê hiştin!

Mehmet Kadrî Oden ê ku ji Selahattîn Demîrtaş re name şandî 4 mehan zêdetir li girtîgehê hiştin.

Mehmet Kadrî Odenji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, 14’ê Tîrmehê j ji namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrne dimîne, name şandibû. Li ser vê, rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Nameya Oden bi arîşe hate dîtin û bi îdîya, ‘’Gotin û tevgerên wiha kiriye ku li saziyê dikare rê li ber tirsê veke’’ mehekê cezayê ku nikaribe mafê ragihandinê bi kar bîne, dane.

GOTINÊN DI NAMEYÊ DE

Seroktiya Desteya Disîplînê gotinên Oden ku gotibû hurmeta wî ji Demîrtaş re heye û xwe wî mîna ‘’sûcdarê terorê’’ nabîne, kire sûc. Her wiha gotina ciwanên Tirk û Kurd ên di nameye de, mîna ‘‘têgînên cihêkar’’ hatin dîtin û sûc hatin qebûlkirin.

Rêveberiya girtîgehê ku li gorî biryara Desteya Disîplînê înfaz dayî rawestandin, dema girtîbûnê ya Oden 4 mehan dirêj kir. Oden ku ji girtîgeha vekirî şandin Girtîgeha Tîpa D’yêya Amedê, li şûna ku diviya Îlona 2017’an bihata berdan, Çile ya 2018’an hate berdan.

Oden li dijî biryarê helwest nîşan da û got, "ez ê dîsa binivîsim."