Ji Bradostê Qêrînên Veşartî...

Weşanên ji qada Bradostê ji aliyê PDK’ê ve tên şopandin û yên ku dijberî dagirkeriya dewleta Tirk diaxivin yek bi yek hem ji aliyê asayîşa Sîdekanê tên hişyarkirin hem jî wekî malbat tên tehdîdkirin.

Li qada Bradostê ya girêdayî Sîdekana Diyanayê dewleta Tirk heta çiyayê Lêlkanê hatiye û ev demek dirêj e li wir rawestiyaye. Dewleta Tirk a ku di 5’ê meha Nîsanê de bi artêşa xwe ve Lêlikan dagir kir, bi berxwedanek mezin a gerîlayên azadiya Kurdistanê re hevrû bû. Tevî ewqas teknîka xwe ya hewayî û bejahî, ruxmî hejmarek mezin a leşkerên xwe û teqwiyayan jî ji vê dîroka dagirkirinê ve gavekê jî bi pêş de neçûye. Bi şiklekî rojane, gerîlayên PKK’ê li dijî çeteyên Tirk çalakiyan li dar dixin û di van çalakiyên xwe de jî serkeftinan bi dest tînin.

Lê belê, yên ku li Bradostê dimînin, ne tenê gerîlayên PKK’ê ne. Li vê qada kevnare, gel û konfederasyonek kevnare jî heye. Gundên vî gelî hene, zomên vî gelî hene. Ev xak, xaka pêşiyên vî gelî ye. Bi gotinek pêşiyan, xaka bav û kalên wan e.

Gelê vê xakê, debara xwe zêdetir bi çandinî û ajalkariyê dikin. Ji ber vê yekê jî yên ku herî zêde ji vê êrîşê bandor dibin ev gel e. Ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk nikarin bi rehetî biçin ser zeviyên xwe, nikarin bi rehetî heywanên xwe biçêrînin, bi rehetî heywanên xwe berdin nav mêrgan. Hin ciwanên ku di warê dîrokî û çandî de baş negihiştine, tevî ku ji vê xakê bar kirine jî, lê dê û bavên wan, welatperwerên vê xakê hê jî malên xwe, zomên xwe bernedane. Ev ciwanên ku ji ber vê rewşa neyênî cih guhertine, dîsa jî nikarin bi xwe û rojane yan jî heftane tên serdana malbata xwe yan jî tên nav zeviyên xwe.

Gelê herêmê bi rastiya dijminê Kurdistanê  gihaye û pir zêde zilma vê dewleta dagirker naxe lêpirsînê, nîqaşê. Dibêjin, ‘ma jixwe dewleta Tirk neyar, dijminê gelê Kurd e. Li dijî me hemû Kurdan e.’ Lê, tiştekî din a ku nikarin maneyê bidinê, dema ku vedibêjin rondik ji çavên wan tê heye. Dewleta Tirk a piçûk, rêxistina bi navê PDK’ê...

 ‘EM Ê NÛÇEYÊN TE BIBIRIN’

Rêxistina PDK’ê, bi têkiliyên xwe yên germ ên ku li cem dewleta dagirker a Tirk daniye, tê nasîn. Gelê Bradostê, ev rewş qebûl nekiriye û her tim di nîqaşên xwe de jî tîne ziman. Wekî mînak dibêjin, ‘ma ne piştî referandûmê ya ku herî zêde êrîşî Kurdistanê kir, dewleta Tirk bû?’ Tevî vê jî nakokî û dijberiyên xwe yên PDK’ê di ragihandinê de naynin ziman û wisa jî hesasiyetên Kurdistanî li gor xwe li dijî derve diparêzin. Lê gelo, tevî ewqas hesasbûyîna gel, li dijî derve qaşo hewldana parastina wê ya partiyek li Kurdistanê, PDK çi dike?

Nahêle gel li dijî dagirkerên Kurdistanê jî biştexile! Bi rêka telefonan, asayîşan ve gefên cur bi cur li gel dixwe. Wekî mînak, em li cem pêşmergeyekî teqawîtkirî rûniştin û me hinekî qise kirin. Ev pêşmergeyê ku bi salan ji bo Kurdistanê li dijî rejîma Sedam û rejîma Îranê xaka xwe parastiye, bi temenê xwe yê mezin kelegirî bû. Ragihand ku ji ber axaftineke wî ya li dijî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk, ji gelek deveran jê re telefon hatine, di axaftinên li ser navê PDK’ê de gelek gef lê hatine xwarin. Wekî ku ev çawa têrê nekiriye, li asayîşa Sîdekanê jî hatiye ragirtin û bi gefa ku em ê mûçeya te bibirin hatiye pêşwazîkirin. Dibêje, ‘min ewqasî li dijî dagirkeran şer kir, min canê xwe danî ortê. Lê niha partiya ku em wekî partiyek Kurdistanê pênase dikin nahêle em dijberî çeteyên dagirker jî biaxivin.’ Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike, soza ku ew ê li dijî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk neaxive jê girtine. Lê belê eger ku ew biaxive ew ê mûçeya wî qut bikin. Ango, polîtîkaya birçîhiştinê li ser gel tê meşandin. Dema ku van radigihand, ji şermê rûyê wî ji erdê ranebû û êdî axaftin li cem bêmane bû.

 ‘EM BI REHETÎ NIKARIN JIYANA GEL BIDIN’

Yek ji nûçegîhanê Bradostê Xebat Penaber têkildarî vê mijarê zehmetiyên ku dikşînin û hema hema her roj pê re hevrû dibin wiha anî ziman; ‘Em diçin ba gel, dixwazin têkildarî jiyana wan, astengiyên li pêşiya wan, zehmetiyên ku dikşînin, xweşî û şahiyên wan nûçeyan çêbikin, bernameyan, dosyayan çêbikin. Lê belê, piştî ku ev tên weşandin, gef li gel tê xwarin ku ji bo careke din têkildarî jiyana xwe neaxivin. Di weşanên me de eger ku tiştekî şaş, ne rast hebe dikarin van bi rêka medyaya xwe, bi belgeyên xwe vala derxînin. Lê, ji ber ku em weşangeriyek rast û alîgiriya gel dikin, nikarin berevajiya gotinên me bibêjin. Ji ber ku ne li gor dilê wan e, vê carê jî wisa zordestiyê dikin, gefan li gel dixwin. Wekî nimûne, li milê Lêlkanê, zom bi destê Şêx Huseyîn tên hilbijartin û bicihkirin. Şêx Huseyîn, ji binemala Şêx Reşît e, ji ber vê rewşa xwe ya malbatî qaşo nûnertiya herêma Bradostê dike. Ev şexs, bi dîroka malbata xwe ya têkoşînê re ters ketiye û niha li cem dewleta Tirk û PDK’ê cihê xwe girtiye. Dema ku em dixwazin bandora şerê li wir a li ser gel bidin, gel naxwaze ji kamerayê re biaxive. Ji ber ku debara wan, jiyana wan di dest Şêx Huseyîn de ye û eger biaxivin ew ê ji cihê xwe, malê xwe û aboriya xwe bibin. Dibe ku ji jiyana xwe jî bibin. Ji ber ku di rewşa heyî de dema ku Şêx Huseyîn tê gotin, têkiliyên germ ên li ba dewleta Tirk û PDK tê bîra mirov.’

BEHSA RABIRDUYÊ NEKE

Li ser sansura ku PDK’ê li jiyana gelê Bradostê daniye, mesele naqedin.

Wekî mînak, çîrokek wisa ya kesekî Bradostî heye, dikare bibe dosya, belgefîlm û heta fîlm. Navê xwe Mam Ezîz e. Ji salên 1980’î heta niha tevahî rûdanên li qada Bradostê nivîsiye. Ev şexsê Kurd tevî ku dîrokek ewqasî girîng ronî dike, lê ji aliyê PDK’ê destûra wî ya axaftinê nayê dayîn. Di nivîsên xwe de ji malbata xwe ta giştî qada Bradostê û heta carina têkildarî jiyana Kurd û Kurdistaniyan ji nûçeyên cîhanê sûd wergirtiye û ev li cem xwe qeyd kirine. Li gorî nûçegîhanekî Başûrî ku dixwest têkildarî vê mijarê bernameyekê çêbike, Mam Ezîz tevî ku cara ewil erênî bersiv dayiyê jî cara duyemîn bêdilê xwe jê re gotiye na. Wekî ku ji vir jî bi rehetî tê fêmkirin,  li pêşiya vegotina rabirdûyê astengiyek hatiye danîn. Ji ber ku li vê qadê ne rabirdûya dewleta Tirk ne jî rabirdûya PDK’ê paqij e.

Wekî bibîrxistinekê, ev astengiya bêdengkirinê û gefxwarinê piştî ku li ser çîroka Mam Ezîz nûçeyek kurt hat weşandin, derketiye holê.

Lê wekî ku Xebat Penaber jî aniye ziman, ‘her çiqasî gel li pêşiya kamerayan neaxive jî di nav xwe de diaxive. Di dilê xwe de, mejiyê xwe de difûre. Ev ê rojekê teqînek mezin li dijî PDK’ê û polîtîkayên wê bîne.’

Her çiqasî medya, derketina pêşberî kamerayê hêzek mezin be, heta li gor hin nerînan di serî de ji bo dewletan hêza yekemîn tê hesibandin jî, lazim e hêza gel jî piçûk neyê dîtin. Lazim e wekî xebatkarekî medyayê diyar bikim ku ya hêzê dide medyayê jî gel bi xwe ye.