Ji bo yekîtiyê em dakevin qada Newrozê!

Siyasetmedarên ku li Amedê starta Newrozê dan, bal kişandin ser girîngiya wê yekê ku Kurd di Newrozê de yekîtiya xwe nîşan bidin.

Civîna ku starta Newrozê lê hate dayin bi beşdariya van sazî û partiyan pêk hat:

"Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD), Partiya Însan û Mirov (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Bakur)."

Piştî xwendina metna hevpar nûnerên partiyan axivîn.

AŞTÎ: BERXWEDAN FERZ E

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî got, "Newroz sembola azadiyê ye. Olên semawî hemû berxwedana li dijî zilmê ferz dikin û fermanê dide mirovan ku bi rengekî wekhev bijîn."

GUVEN: NEWROZ JI BO KURDAN REFERANDÛM E

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî got, "Newroz qîrîn e, di heman demê de banga berxwedanê, mizgîniya biharê ye. Ji bo Kurdan Newroz referandûm e. Daxwazên Kurdan li qadên Newrozê tên dîtin. Gelê Kurd daxwaza azadî û statuyê dikin. Koletiyê qebûl nakin. Kurd tifaqa xwe roj bi roj mezin dikin. Em dixwazin tifaqa xwe ya li Bakurê Kurdistanê di Newrozê de careke din nîşan bidin. Lewma Newroza 2020'an gelekî girîng dibînin. Bi hêviya ku Newroza îsal ji bo Kurdan hemûyan bibe wesîleya azadiyê, bibe wesîleya azadiya girtiyên siyasî û Birêz Abdullah Ocalan. Ji ber vê yekê em dixwazin ji bo qîrîna daxwaza azadî û statuyê ya Kurdan Kurd hemû li qada Newrozê bin."

BÛLDAN: GUH BIDIN BIRÊZ OCALAN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Qada Amedê şahidê vê yekê ye: Şahidê Newroza 2013'an e. Li qada Amedê di Newroza 2013'an de Birêz Ocalan nameyeke gelekî berfireh ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo çareseriya demokratîk a li Rojhilata Navîn, Tirkiye û gelên Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ya bi rêbazên demokratîk şand. Name li vê qadê hate xwendin. Gelekî girîng bû. Eger guh bidan vê bangê, îro krîzên heyî, kaosên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nedibû."

Bûldan diyar kir ku hîn dereng nîne û got, "Birêz Ocalan ê li Girava Îmraliyê ye hîn li heman nuqteyê ye, hîn jî di peyamên xwe de banga ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê û gelên Rojhilata Navîn dike."

SANCAR: KURD WÊ YEKÎTIYA XWE NÎŞAN BIDIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku şertê sereke yê pêkhatina aştiya mayinde û wekhev li Rojhilata Navîn, misogerkirina mafên Kurdan û mafên bingehîn e. Sancar got, "Newroz ji bo vê firsendek û derfet e. Newroz ji aliyê gelek gelan ve tê pîrozkirin, lê belê ji bo Kurdan xwedî wateyeke taybet e. Newroz sembola lêgerîna li jiyana biratiyê, wekhev a gelan e, hesreta azadiyê ye û got, "Aştî dema ku gelan xwest, azadî dema ku gelan xwest pêk tê. Ti serdest ji ber xwe ve aştî û azadiyê nade gelan. Newroz firsendeke mezin e ku gel daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bi xurtî nîşan bidin. Newroza 2020'an ji ber vê yekê gelekî taybet e. Bêguman yekîtiya Kurdan gelekî girîng e."

ŞENOGLÛ: GEL WÊ BERSIVÊ BIDIN

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû destnîşan kir ku eger aştî wê li dijî şer bi ser bikeve, ew dikarin vê yekê bi Newrozê bidin destpêkirin û got, "Gelên me wê bersiva pêwîst a li dijî Dehaqan bide. Em Newrozê li gelên xwe pîroz dikin."

ÇÎFTYUREK: EM Ê PEYAMÊ BIDIN HÊZÊN SERDEST

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek bi bîr xist ku Newroz û yekîtî her tim girîng in û got, "Dewlet statu û nirxên Kurdan qebûl nake. Di dema hevdîtina navbera Erdogan û Rûsyayê de Tayyîp Erdogan ji Pûtîn re got, 'Tu li Esad geriya' û Esad jî piştre got 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Em ê jî di Newroza 2020'an de peyama xwe bidin Esad û Erdogan."

AYDENÎZ: JI BO STATUYA XWE EM BIHERIKIN QADA NEWROZÊ

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî got, "Kurdan ji bo azadî, ziman û statuya xwe her gotin li qada Newrozê gotin. Îsal jî wê heman daxwazên xwe bi yekîtiyê bilind bikin. Qada Newrozê ji bo tifaqa Kurdan bû qada yekîtiyê. Ji bo yekîtî û statuya Kurdan divê em biherikin qada Newrozê. Li dijî zext, tundî û qirkirina çandî em tevlî Newrozê bibin û dengê xwe bilind bikin."

GOKKAN: YA YEKÎTÎ YA YEKÎTÎ

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jî got, "Ez Hevrîn Xelef bi bîr tînim. Bi navê TJA'yê bang li civakê dikim. Bêyî yekîtiyê pêşketin nabe. Ji ber vê yekê em ê li qada Newrozê bêjin ya yekîtî ya yekîtî."

SERLÊDAN WÊ ÎRO BÊ KIRIN

Rojnamevanan pirsîn ku ji ber vîrûsa Korona wê serlêdan bê betalkirin an na, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Em serlêdanê îro dikin. Vîrûsa Korona meseleyeek ku tevahiya cîhanê eleqedar dike, em nizanin ku rojên bê wê çi bibe. Em hêvîdar in ku karibin vê pêvajoyê bêyî windahiyan derbas bikin. Bêguman em nizanin ku wê rojên bê çi biqewime, eger rewşeke neyînî biqewime em ê plansaziya xwe ya Newrozê ji nû ve binirxînin."