Ji bo xebatên Sîstema Federal a Demokratîk bang

Endama Konseya Rêxistinî ya Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava -Bakurê Sûriyeyê Yûsif, bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a tineker û qirkirinê. Yûsif, bang li her kesê kir ku di nava xebatên Sîstema Federal a Demokratîk de cih bigirin.

Endama Konseya Rêxistinî ya Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di civîna duyem a Melcîsa Demezrîner de axivî û diyar kir, bûyerên ku li Helebê rû didin rastiya dewleta Tirk eşkere kirin û xwestekên wê yên têkbirina tevgera gelan a demokartîk li Sûriyeyê, dagirkirina hin herêman raxist ber çavan û wiha got: ″Tirkiyê li herêmê komkujiyan pêk tîne û ji bo ku bigihêje armancên xwe, siyasetên firotin û derbekirina hevpeymanên navneteweyî, mirovî û projeya Federaliya demokratîk ku li Helebê dane meşandin didomîne.″

 ‘WÊ PROJEYÊN ME YÊN DEMOKRATÎK BIDOMIN’

Foza destnîşan kir, civînên ku Cinêv, Qahîre, Riyad û Stenbolê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatin lidarxistin ji ber ku hêzên demokratîk beşdar nebûn têk çûn û wiha pê de çû: ″Alî û hêzên ku yekîtiya Sûriyeyê dixwazin, divê dûrî berjewendiyên xwe yên nîjadperest, cinsiyetparêzî û mezhebî bikevin û xebatên xwe di çarçoveya avakirina projeya demokratîk ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê digire nav xwe, bidin meşandin.″

BANG

Endama Konseya Rêxistinî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên muxalîf û hemû kesên ku Sûriyeke federal û demokratîk dikin armanc, beşdarî xebatên Sîstema Federaliya Demokratîk bibin.

Civîna Meclîsê ji ragihandinê re girtî didome.