Ji bo Tugayên Hêzên Parastina Rojava dest bi tomarkirinê hate kirin

Fermandariyên Giştî yên YPG/YPJ’ê, diyar kirin ku ji bo avakirina tugayan dest bi tomarkirinê kirine.

Fermandarıyên Giştî yên YPG/YPJ’ê yên Kobanê, bi merasîmekî leşkerî ya ku li rojavayê bajêr hate lidarxistin, diyar kirin ku ji bo avakirina tugayan dest bi tomarkirina navan kirine.

Di merasîmê de hate diyarkirin ku tugayên bên avakirin wê di bin sîwana Hêzên Parastina Rojava de kar bikin û wê di her tugayekê de jî 210 şervan cihê xwe bigirin.

Di merasîmê de 80 ciwanên ji Kurd û Ereban pêk tên piştî xwendin û erêkirina Rêziknameya Navxweyî ya Tugayê û şûnde, ji bo tugayê hatin tomarkirin.

Karûbarên tomarkirinê, heta digihêje jimara ku hatî nîşandan ango 210 kesan wê dewam bike.

Ciwanê ku ji bo tugayan bên tomarkirin, wê di akademiyên girêdayî YPG/YPJ’ê de perwerdehiyên leşkerî, siyasî û îdeolojî bibînin.

DÊRIK: RÊJEYA ZÊDE YA BEŞDARBÛNÊ GIRÎNG E

Ji femandarên YPJ/YPG`ê Sozdar Dêrik di merasîmê de axivî û ev tişt anî ziman: ʺBi saya fedakariya Şehîdan û berxwedana şervanan û gel me karîbû serkeftinên mezin li Rojava pêkbînin. Zêdebûna hejmara Şervanan di nava YPJ/YPG`ê de piştî serkeftinên me di qadên şer de, rizgarkirina herêmê ji qirêjiya terorê, her wiha stratejiya me û ruhê berpirsyaretiyê ya ciwanên me li hemberî gel û welat, pêk hat.ʺ

Dêrik, destnîşan kir ku armanca sereke ya avakirina van tugayan parastina xaka Rojava ye û avakirina hêzeke taybet di bin çavdêriya YPJ/YPG`ê de ye.

Ji şert û mercên tevlêbûna nava refên tugaya Hêzên Parastina Rojava jî ev in: ʺŞervanê tevlê dibe divê xwedî exlaqekî baş be, temenê wî ne kêmî 18 salan be û ti nexweşiyên giran pêre tune bin.ʺ

ŞÊXO: EM Ê HÊ ZÊDETIR SÛRIYEYÊ JI DAIŞ’Ê RIZGAR BIKIN

Ji şervanên ku nû tevlî nava Tugaya Hêzên Parastina Rojava bûne Mihemed Şêxo diyar kir ku ew ji bo di nava refên YPJ/YPG`ê de ku gelek fedakarî ji bo rizgarkirina Rojava ji zilmê û komên terorîst kirine û berxwedaneke dîrokî mezin nîşan dane beşdariya parastina herêmê bike, tevlî nava hêzên parastina Rojava bûye û da xuyakirin ku ew ê beşdariya parastina xaka Rojava ji her êrîşekê bikin.

BANG LI CIWANAN HATE KIRIN

Şervan Kemal Elî jî bi tevlêbûna nava refên Tugaya Hêzên Parastina Rojava re kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: ʺArmanca min ji tevlêbûna nava van hêzan ew e ku parastina welat bikim û bi awayekî giştî parastina xaka Rojava bikin.ʺ

Elî bang li ciwanên Rojava kir ku tevlî nava tugayên leşkerî bibin û di prastina Rojava de cih bigirin.