Ji bo Tebqa start hate dayin; Em ê ji DAIŞ’ê paqij bikin
Piştî ku ji hewayê şervan li rojavayê Firatê hatin danîn, hat ragihandin ku xebatên paqijkirina bajarê Tebqa û Bendava Tebqa (Sevra) ji çeteyên DAIŞ'ê, wê bidomin.
Piştî ku ji hewayê şervan li rojavayê Firatê hatin danîn, hat ragihandin ku xebatên paqijkirina bajarê Tebqa û Bendava Tebqa (Sevra) ji çeteyên DAIŞ'ê, wê bidomin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kir, piştî ku şervan bi rengekî serketî li Rojavayê Firatê ji hewayê hatin danîn, wê dest bi xebatên rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Tebqayê bikin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê têkildarî çalakiya ezmanî ku li rojavayê çemê Firatê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî da û got, hêzên wan herêmeke berfireh rizgar kirine. Fermandariyê destnîşan kir ku ew herêm wê bargeha leşkerî ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Tebqayê bikar bînin.
Daxuyaniya Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wiha ye:
"Di şeva 21’ê Adarê de hêzên me li rojavayê Çemê Firatê ya gundên girêdayî Tebqayê dest bi çalakiya daketina ezmanî ya berfireh kirin. Di çalakiyê de hejmarek mezin ji hilîkopterên Koalîsyona Navdewletî beşdar bûn, her wiha hejmareke têra xwe ji pisporên leşkerî ya Koalisyonê jî di çalakiyê de cihê xwe girtine. Hêzên me tevî alav û erebeyên xwe yên leşkerî daketin herêmê, ev yek li gorî plana hatibû amadekirin bi rêya ezmanî daketin rojava Firatê. Bi vê yekê hêzên me herêmek berfireh girtin, ev herêm bû baregeha leşkerî ya hêzên me li rojavayê Çemê Firatê, da ku em rizgarkirina tevahiya gundên Reqayê pêk bînin.
Armanca leşkerî ji vê çalakiya me ya taybet ew e ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de , ku bajarê Tebqa û Bendava Tebqayê, her wiha navenda wê ya Ceyranan a Niştimanî ji çeteyên DAIŞʹê werin rizgarkirin û hemû gelê Sûriyê ji vê navendaê sûd werbigirin.
Em careke din ji gelê xwe yê bajarê Tebqa û gundên wê dixwazin ku dûrî navend û deverên terorîstan bikevin da ku ewlekariya wan were parastin. Her wiha em bang li ciwanên Tebqayê dikin ku rêya ciwanên din ên herêmên rizgarkirî bişopînin û tevlî hêzên me bibin.ʺ