Ji bo Tanriverdî yê dewletê qetil kiriye, çalakî kirin

Xizmên Winda û endamên ÎHD’ê ji bo Abdulhakîm Tanriverdî yê ku fermandarê Tirk ê qatil Cemîl Temîzoz ku gotibû; ‘me kuştiye’ çalakî kirin.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê  çalakiya “Bila winda bên dîtin û berpirs bên darizandin" di hefteya 631’an de dîsa li ser înternetê parve kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Abdulhakim Tanriverdî ya di Nîsana 1993'an de ji aliyê kesên bi rûpoş hat revandin û 2 hefte şûnde cenazeyê wî hat dîtin pirsîn. 

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mustafa Altintop, li gorî agahiyê ku hevjîna Tanriverdî daye agahi parve kir û anî ziman ku kesên bi rûpoş hatin Tanriverdî ji malê birin û çûn. Altintop, anî ziman ku malbata Tanriverdî di sala 1993'an de dema li Gundê Basisîk yê navçeya Cizirê raza bû, kesên bi rûpoş hatin şibebekeykên bi naylonê hatibûn girtin qetandin û bi Kurdî bang li Abdulhakim Tanrıverdî kirin. Kesên bi Kurdî bang li Tanriverdî kirin xwestin derkevin derve. Wan kesan narîncok dirêjî hundir kirin û gotin; 'Hûn dernekevin derve em ê vê bombeyê bavêjin hundir. Dema Tanriverdî got; 'Hûn kîne?' wan kesan gotin; ‘Te eleqeder nake. Tu derkeve derve.' Ewil Abdulhakim Tanriverdî û piştre hevjîna wî derket derve. Hevjîna Abdulhakim Tanriverdî serpêhatiyên xwe wiha got: "Min li derve 2 kes dîtin. Rûyê wan girtî bû. Tenê çavê wan xuşa dibû. Dema hevjînê min birin. Hevjînê min got; 'Hûn min bi kûve dibin?'. 

Hevjîna Tanriverdî, piştî bû sibe agahî dan xizmên xwe. Birayê Tanriverdî çû serî li Fermandariya Cendirmeyan a  Cizîrê da. Cemal Temîzoz, ji biraye Tanriverdi re got; ‘Nekeve pêşiya birayê xwe. Birayê te me kuştiye.' Cenazeyê Tanriverdî 2 hefte şûnde (nêzî 10-15 roj) li Gundê Hêserê hat dîtin. Li ser agahiyan malbat çû cihê bûyerê. Dîtin ku cenazeyê Tanrıverdî şewitî ye destê wî girêdayî ye. Pişta serê wî şikanine. Hevjîna wî ji cilê wî ew nas kirin. Em ê heta dawî bêjin 'Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin' Em ê di vê daxwaza xwe de israr bikin."