Ji bo serokê Goran merasîma girseyî ya cenaze

Ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ku jiyana xwe ji dest dabû, li Silêmaniyê merasîmekî girseyî tê lidarxistin.

Newşîrwan Mistafa ku roja Înê wefat kirîbû, cenazeyê wî vê sibehê ji Nexweşxaneya Faruq hate girtin û birn mizgefta mezin a li Silêmaniyê.


Piştî wacibên olî cenazeyê Mûstafa bi tevlîbûna deh hezaran ber bi Girdê Zergetê ve hat birêkirin.
Ji Silêmaniyê, Helepce û Germiyan dinav de ji gelek herêman bi hezaran mirova berê xwe didin Zergetê.


Girseya gel di meşa ji bo cenazeyê de bê navber dirûşmeyên 'Kak Newşîrwan bê mirine' û 'Kak Newşîrwan dijî' avêtin.


Nûnerên partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê ji di merasîma cenazeyê de amadene. Ji Bexdayê ji berpirs tevlî merasîmê dibin.


Li ser wesiyeta Newşîrwan Mistefa cenazeyê wî wê li Girdê Zergetê yê beramberî mala wî were definkirin.

Newşîrvan Mistefa ku 1944’an li hate dinê li gel siyasetmedarbûna xwe her wiha fermandariya pêşmerge jî kiriye û li dijî rejîma Bees pêşengiya berxwedanê kiriye, navekî girîng ê têkoşîna Başûrê Kurdistanê ye ku navê xwe li dîrokê daniye.

Mistefa yek gavê jî ji têkoşînê paş ve nemaeye, 1944’an li Serşeqam a Silêmanî hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Silêmanî temam kiriye, 1967’an li Zanîngeha Bexdayê Fakulteya Zanistên Siyasî xwendiye.

Di 1963-1964’an de dema ku li Bexdayê xwendekar bû endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye û her wiha di desteya rêveberiyê de jî bû. Piştî zanîngehê diqedîne tê Kurdistanê, li Silêmanî dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Mistefa 1970’î jî li Avûstûrya lîsansa bilind dike.

Piştî ku PDK di 1974’an de ku bi pêşengiya Mele Mustafa Barzanî bû, li dijî rejîma Bees Aş-Betal (rawestandina berxwedanê, qebûlkirina têkçûnê) Newşîrvan Mistefa, bi Ibrahîm Ehmed û Celal Talabanî re xebatên avakirina Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) dikin.

Mistefa hem fermandariya pêşmerge û hem jî endamê polîtburoya YNK’ê dike û peywirên girîng bi cig tîne. Mistefa ji bo xebatên Celal Talabanî yên li derveyî welat demeke dirêj alîkariya sekreteriya YNK’ê dike di asta pêşî de.

Mistefa di nav organîzatorên Raperîna 1991-1992’an de cih digire. Heta 2006’an di nav YNK’ê de di asta bilind de dixebite, piştî 2006’an dest bi xebatên avakirina Tevgera Goran dike.

25’ê Temûza 2009’an Tevgera Goran bi fermî hate damezirandin û di hilbijartina heman salê de bi 25 kursiyan kete parlamentoyê. Di hilbijartina 2013’an de jî 24 kursî bi dest xist.

Mistefa 1981’an ji Şûle Elî re zewicî, bavê du kurê bi navê Nima û Çiya û keçeke bi navê Çira bû. Şûle Elî 17’ê Adarê jiyana xwe ji dest dabû.

Mistefa her wiha pirtûk jî bi naveroka jiyana xwe ya siyasî û li ser Siyaseta Başûr nivîsandin. Pirtûkên bi navê Bedem Rêgawa Gulçînin, Pencekan Yektir Dişkênin û Le Hewxebatiyewa bo Texwin nivîsin.

Mistefa ji Îlona 2016’an ve li Londrayê tedawî dibû. 13’ê Gulanê li Silêmanî vegeriyabû. Mistefa 19’ê Gulana 2017’an jiyana xwe ji dest da.

Mistefa ji ber biryara PDK’ê ya ‘girtin’ê nikarîbû were Hewlêrê.