Ji bo Reberê Gelê Kurd daxwaza azadiyê hat kirin

Ji ber salvegera 18. a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. Çalakî hê jî dewam dikin.

Li Amed, Sêrt, Êlih û Mûglayê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

AMED

Li navenda Amedê, bi pêşengiya rêxistina DBP'ê ya navçeya Yenîşehîrê li pêşiya AZC Plaza ya li taxa Ofîsê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Emîne Rûken Akça li vir daxuyanî da û diyar kir, 15'ê Sibatê roja teslîmkirina Ocalan, ji aliyê gelê Kurd ve weke rojeke reş tê dîtin. Akça got, "Dewleta Tirk jî nizane wê çi bike. Pêwîstiya vî welatî bi aştiyeke mayînde û demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê jî divê derhal tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin. Û li dora maseya çareseriyê hevdîtin pê re were kirin."

Endamên DBP, HDP û TJA'yê jî li navçeya Peyasê, komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Girseya gel a li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê li hev civiya, ber bi Parka Rojava ve meşiya. Rêveberê DBP'ê yê navçeyê Dogan Onal li vir daxuyanî da û got, "Birêz Ocalan bi modelên çareseriyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê re pêşî li komployê girt. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ket nava hewldanên mezin. Em jî li vê derê, careke din komploya li ser Birêz Ocalan şermezar dikin."

Rêxistina DBP'ê ya navçeya Sûrê bi heman armancê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî beşdarî civînê bû û got, "AKP hebûna xwe bi rêya şer didomîne. Em vê qebûl nakin. Em tecrîda li ser Rêberê bi mîlyonan kesî, qebûl nakin. Pêwîste ji nû ve danûstandin bi Birêz Ocalan re were kirin."

Li navçeya Rezanê jî DBP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê avahiya DBP'ê ya navçeyê ji aliyê bi dehan polîs û wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin. Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Arzû Karaman daxuyanî da û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 18 salên bihurî de ne tenê pêşî li komployê girt, di heman demê de îdeolojî û felsefeya komplokeran jî pûç kir."

Komploya 15'ê Sibatê li navçeya Çinarê jî hat şermezarkirin. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Mahmût Ûlûs li avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û bibîr xist, ku 10 mîlyon Kurdî Ocalan weke lîderê xwe qebûl kirine. Ûlûs anî ziman, nêrînên Ocalan li cîhanê û herêmê girîng tên dîtin û got, "Nêzîkatiya bi vî rengî li lîderekî wiha, pirsgirêka Kurd bêhtir dixitimîne."

SÊRT

Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê, li avahiya partiyê li ser 15'ê Sibatê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Abdullah Çetîn da xuyakirin, ku pirsgirêka herî berfireh a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û anî ziman, piştî ku Serokkomar Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, pêvajoyeke nû ya neçareseriyê dest pê kir. Çetîn diyar kir, têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bûye bersiv ji polîtîkayên tinekirinê yên komploya navneteweyî û got, "Yên ku bi vê têkoşînê bi ser ketin, gelên Tirkiyeyê, têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Em careke din vê komployê şermezar dikin."

ÊLIH

Li Êlihê dikandaran ji bo şermezarkirina komployê dikanên xwe venekirin. Li taxa Baglarê û gelek taxên din, dikandaran derabeyên xwe venekirin. Ciwanan jî li nava kolanan agir dadan. Li aliyê din, gelek cihên bajêr ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine dorpêçkirin.

MÛGLA

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mûglayê jî, bi civîneke çapemeniyê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. Rêveberê DBP'ê yê Bajêr Rahmî Ozayranli daxuyanî da û anî ziman, bi komploya navneteweyî re hewl hatiye dayîn pêşî li demokratîkbûnê bê girtin. Ozayranli got, "Berxwedan û têkoşîna li Îmraliyê tê meşandin, wê Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Ev têkoşîn têkoşîna afirandina siberojeke demokratîk û jiyaneke bi hev er ya gel, baweriyan e."