'Ji bo rakirina tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin'

HDP'ê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîneke gel lidar xist û got, "Ji bo rakirina vê tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin."

Li avahiya HDP'ê ya navçeya Peyas a Amedê, li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê girtin, civîna gel hate lidarxistin. Gelek kes û rêveberên DBP'ê tevlî civînê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Ayten Polat li vir peyivî û diyar kir, Ocalan li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên gelekî giran de tê girtin.

Polat da xuyakirin, ku ji 11'ê Îlona 2016'an dema hevdîtina bi Mehmet Ocalan re heta niha ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nehatiye girtin û ragihand, Kurd li Tirkiyeyê dîl hatine girtin maf û hiqûqa wan bi temamî nayê hesibandin.

Polat got, "Dewlet, di şexsê Birêz Ocalan de dixwaze gelê Kurd tine bike. Polîtîkayên AKP û Erdogan ancax ji aliyê gel ve werin têkbirin. Dem ew dem e ku em xwe bixin binê vî barî. Em baş zanin, maf nayê dayîn lê tê standin. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Ji bo rakirina vê tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin."

Piştî axaftinan, civîn bi rengekî li çapemeniyê girtî, dewam kir.