Ji bo Newşîrwan Mistefa 3 roj şîn hate îlankirin

Ji ber wefata Serokê Tevgera Goran Mistefa, 3 roj şîn hate îlankirin.

Encumeniya Bajarê Silêmaniyê, ji ber wefata Serokê Tevgera Gotan Newşîrwan Mistefa, li bajêr 3 roj şîn hate îlankirin.

Di daxuyaniya ji aliyê Meclîsa Bajêr ve hate dayîn de ev tişt hate gotin: “Ji ber wefata Serokê Tevgera Gotan Newşîrwan Mistefa, êşa ku hate jiyîn dubare tînin ziman. Ji bo vê li sînorên eyaleta Silêmaniyê, herêma Raperîn û Germiyan 3 roj şîna netewî îlan dikin.”

Cenazeyê Newşîrwan Mistefa ê ku îro di saet 08:00’an de jiyana xwe ji dest dabû, wê sibehê di saet 10:00’an de li Girdê Zergetê bê veşartin.