Ji bo Newşîrvan Mistefa peyamên sersaxiyê
DBP, KCD û TJA ji bo Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa peyamên sersaxiyê dan.
DBP, KCD û TJA ji bo Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa peyamên sersaxiyê dan.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa, ku li Silêmanî jiyana xwe ji dest da peyamên sersaxiyê weşandin.
DBP: EM Ê WÎ WEKE TÊKOŞERÊ KURDISTANÊ BI BÎR BÎNIN
"Me bihîst, ku Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa danê vê sibehê li Silêmanî jiyana xwe ji dest da. Jiyana Newşîrvan Mistefa, ku di salên 1960'î de bi avakirina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê tevlî nava siyasetê bû, bi têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê derbas bûye. Lewma wefata wî ji bo gelê Kurdistanê windahiyeke mezin e. Em ê Newşîrvan her tim weke dostekî girîng û têkoşerekî Kurdistanê bi bîr bînin. Em gelekî xemgînin. Bila serê malbatê, dostan, hevrêyên wî û gelê Kurdistanê sax be."
KCD: JIYANEK BI TÊKOŞÎNÊ JIYA
"Ji ber wefata Serokê Giştî yê Tevgera Goran Birêz Newşîrvan Mistefa em gelekî xemgîn in. Bila serê malbatê û gelê Kurd sax be. Em pê dizanin, ku Birêz Mistefa di tevahiya emrê xwe de ji bo azadiya gelê Kurd xebitiye û jiyaneke bi têkoşînê jiya ye. Tevahiya gelê Kurd, bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê nirxekî xwe yê mezin ê neteweyî winda kir. Weke Kongreya Civaka Demokratîk em careke din ji malbatê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."
TJA: BI PÊŞENGIYA GUHERTINÊ RABÛ
"Ji ber wefata lîderê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa em gelekî xemgîn in. Wefata Newşîrvan Mistefa, ku di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de cihekî xwe yê girîng heye û di jiyana siyasî de bi pêşengiya guhertina jiyana civakî û têkoşîna siyasetê rabû, windahiyeke dilşewat e. Bila serê gelê Kurd û Tevgera Goran sax be."