'Ji bo mexdûrên erdhejê li cihê xwe bimînin, divê em seferber bibin'

Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya destnîşan kir, divê ew bikin ku nifûsa bajarên erdhejê li cihê xwe bimîne û got, "Pêwîstî bi mekanîzmayên xurt ên qanihkirinê heye."

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însanî û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya bal kişand ser metirsiya polîtîkaya asîmîlasyonê ya piştî erdhejê ku bi destê desthilatdariyê dibe ku bê meşandin û got, "Dikarin polîtîkayeke welê bixin dewrê ku Semsûr, Dîlok, Mereş û Meletî ji taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî bêne xalîkirin. Li hemberî vê yekê divê sekneke xurt bê nîşandan."

Kaya ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku sîstema desthilatdariya AKP-MHP'ê bi salane ava dike, di binê erdhejê de maye û destnîşan kir, piştevaniya civakî ya ku bi refleksa gel ava bû, wê muxalefeta gelparêz mezin bike.

'DEWLET NÎNE, MILET HEYE'

Kaya diyar kir ku erdhejê hem têkildarî mexdûran hem jî têkildarî tevahiya civakê encamên nû bi xwe re aniye û got, "Di afetên beriya niha de mirovan li hemberî kêmaniya mekanîzmayên dewletê digotin 'dewlet li ku ye'. Lê civak dest ji vê pirsê berdaye, ji ber ku di vê erdhejê de bêwate bû. Îro jî hem mexdûrên erdhejê hem jî gel ê ku çavdêriyê li vê rewşê dike dibêjin 'dewlet nîne, milet heye'. Li ber çavên civakê êdî dewlet nîne, milet heye. Milet bi piştevaniya xwe bi xwe birînên xwe dipêçe. Dewlet di şer de, di kuştinê de, di tunekirina azadiyê de heye."

'PIŞTEVANIYA CIVAKÎ, DESTHILATDARÎ XISTE NAVA TIRS Û FIKARAN'

Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA'yê bi bîr xist ku li cihên ku diviyabû saziyên dewletê lê hebûya, partiyên siyasî, komele, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl berê gihîştin û got "Vê yekê tirs û fikar xiste nava desthilatdariya AKP-MHP'ê. Tifaqa Cûmhûr ji vê aciz bû. Di rewşekê de ku lawaziya dewletê hebû, ev organîzasyonên xwezayî yên sivîl ketin dewrê, bi înîsiyatîf rabûn. Lewma jî hikumet ji vê aciz bû. Ev rewş veguherî mekanîzmayeke welê ku di heman demê de rastî û lawaziya desthilatdariyê raxist pêş çavan."

Di dewama axaftina xwe de Kaya bi bîr xist ku rêxistinên HDP'ê û pêkhateyên wê yên bajar û navçeyan bi lez û bez alîkarî gihand mexdûrên erdhejê, ev yek bi xweşiya hikumetê neçû û got, "Alîkariyên HDP'ê hatin desteserkirin. Mirov nikare vê fêhm bike. Alîkariyên rêxistinên civakî yên sivîl hatin desteserkirin. Di vê mijarê de agahiya min heye. Alîkariyên hin karsazan hatin desteserkirin. Ev alîkarî dan AFAD'ê. Ev yek nîşaneya lawaziya wan e."

Kaya diyar kir ku dewletê bi salan hewl da piştevaniya sivîl, siyaseta sivîl tune bike û got, "Lê belê ev feraseta sivîl ji dewletê bêhtir bi organîzeyî tevgeriya. Li gel hewldanên lawazkirinê jî li ser piyan e."

FIRSENDA JI BO TEHCÎRKIRINÊ

Kaya ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bûyerên bi vî rengî ji bo kiryarên xwe yên polîtîk vediguherîne firsendê û got, "Ragihandina Rewşa Awarte jî nîşaneya vê yekê ye. Beriya niha ji 15'ê Tîrmehê jî Rewşa Awarte ragihandibû û ev yek ji bo tepisandina muxalefetê û bicihanîna polîtîkayên xwe bi kar anî bû. Di vê rewşa nû de jî wê kiryarên xwe hebin. Dikare hilbijartinê taloq bikin. Ji bo vê ji xwe re bike firsend çi jê bê wê bike. Lewma li bajarên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, çi ji dest bê wê bike û hewl bide ji xwe re veguherîne firsendê. Dikare bike tehcîreke xwezayî. Dibe ku berê nifûsa vê derê bide bajarên rojavayî, bi vî rengî polîtîkaya asîmîlasyonê ferz bike, sînorê hişmendiya têkoşîna Kurd û Kurdistanê jî ji rojhilatê Amedê û pê ve diyar bike. Yanî dibe ku polîtîkayeke welê bixe dewrê ku Semsûr, Dîlok, Mereş û Meletiyê ji taybetmendiyên wan ên Kurdistanî paqij bikin. Li hemberî vê yekê divê sekneke cidî bê nîşandan. Heta ji dest bê divê derfet bêne afirandin ku nifûsa li van deran li cihê xwe bimînin. Ji bo yên koç kirine jî derfetên vegerandinê bêne afirandin. Ji bo vê jî divê polîtîkayên cidî, mekanîzmayên qanihkirinê bêne avakirin. Divê muxalefeteke cidî bê nîşandan. Ev hikumet dibe ku vê ji xwe re bike firsend. Li hemberî vê yekê divê em zexteke cidî ya civakî çêbikin. Eger em vê neke rîsk heye ku asîmîlasyon cidî bibe. Ji bo gelê me yê li wê derê li şûna xwe bimîne, divê em derfetên xwe seferber bikin."