Ji bo malbata gerîla Şîlan Bakşî serdana girseyî

Li Silopiyayê ji bo malbata gerîlaya YJA Starê Şîlan Bakşî serdaneke girseyî ya sersaxiyê hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku gerîlaya YJA Starê Şîlan Bakşî (Çavrê Gelhat) 4'ê Cotmehê li herêma Metînayê di encama qezayekê de şehîd bû. Malbata gerîla Şîlan Bakşî li navçeya Silopiya ya Şirnexê sersaxî danî. Bi rengekî girseyî serdanên sersaxiyê têne kirin.

Endamên Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Hevşaredarên Silopiyayê jî di nav de gelek kesî serdana sersaxiyê kirin.

Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Emîne Ozek li serdanê axivî û got, "Barekî giran li ser milê me ye. Em ê li ser şopa wan bimeşin. Divê her kes bikeve binê vî barî."

Malbata Bakşî jî diyar kir ku Gelhat zaroka Kurdistanê ye. Malbata Bakşî sersaxî ji tevahiya gelê Kurd re xwest.