Bi armanca lêkolînkirina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê heyetek ji artêşa Iraqê pêk tê serdana Behdînanê kir.
Heyeta artêşa Iraqê ya bi pêşengtiya serokatiya Fermandarê Giştî yê Pasevanên Sînor Ferîq Rûkin Hemîd Ebdulla bi armanca lêkolînkirina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, serdana Behdînanê kir.
Heyeta Iraqê li gel heyeta Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê têkildarî mijarê kom bû, li çend deverên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn bombekirin jî lêkolîn kirin.
Hat diyarkirin ku wê heyet têkildarî lêkolînên xwe raporekê amade bike û pêşkeşî Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî bike.