'Ji bo Kurdan dem dema yekîtiyê ye'

Siyasetmedarên kurd û parêzvanên mafên mirovan ên li Wanê beriya şêwra yekîtiya neteweyî axivîn û gotin, "Eger Kurd di vê demê de karibin bibin yek, wê di nava hevsengiyên nû de bi xurtî cih bigirin."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) wê 15-16'ê Tîrmehê li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê komxebatekê pêk bîne. Nûnerên saziyên Kurdan û rêxistinên sivîl ên Wanê li ser vê komxebatê û yekîtiya Kurdan ji ANF'ê re axivîn.

'EGER KURD BIBIN YEK, WÊ DI NAVA HEVSENGIYÊN NÛ DE BIBIN XWEDÎ CIHEKÎ MEZIN'

Endamê Meclîsa HDP'ê yê Wanê Ozgur Zeydanoglû bibîr xist, ku di nava 5 salên dawî de Kurd bûne aktorekî sereke yê Rojhilata Navîn û got, "Der barê Kurdan de dîrok tiştên baş qeyd dike û dinivîse. Her çar parçeyên Kurdisanê di vê serdemê de xwedî serketiyên girîng in û ber bi azadiya xwe ve diçin. Her wiha li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû tên avakirin. Eger Kurd weke erkeke dîrokî ya jiyanî yekîtiya xwe pêk bînin, wê di nava vê hevsengiyê de cihekî mezin bigire. Ji ber vê girîngiyê jî divê hemû hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin, ti fikarên biçûk ên siyasî dernexînin pêş û li pêşeroja tevahiya Kurdan bifikirin. 15 û 16'ê Tîrmehê ji bo yekîtiya Kurdan di bin sîwana KNK'ê de komcivînek li Silêmaniyê tê lidarxistin. Vê komxebatê kelecaneke mezin xiste nava dilê Kurdan. Ev komxebat hewldan û roleke girîng a yekîtiyê digire ser milê xwe. Divê piştî vê komxebatê û beriya referandûmê rêxistin û hêzên Kurd Kongreya Neteweyî ya Kurd li dar bixin. Ev jî wê bibe dîrokek."

'MAFEKÎ REWA YE'

Zeydanoglû li ser biryara referandûma Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê jî axivî û ev tişt got: "Pirsgirêka sereke ya gelên Kurdistanê û komkujiyên li Kurdistanê pêk tên, ne yekbûna Kurdan e. Di vê serdemê de pêdiviya sereke ya gelên Kurdistanê bi tifaq û yekîtiyê heye. Tê payin, ku di meha Îlonê de Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê bê kirin. Serxwebûn û xweserî mafê herî rewa yê gelan e. Em HDP heta dawiyê piştevaniya hemû aliyên Kurdistanê dikin. Em piştevaniya vê biryarê dikin. Lê gelek aliyên rexnekirinê jî hene. Divê nêrînên gelan û rêxistinên Kurdan bên girtin. Divê ev veneguhere nêrîna rêxistinekê û di berjewendiyên neteweya Kurd de be."

'DAXWAZIYÊN KURDAN YEK E'

Serokê Şaxa Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yê Wanê Fahrettîn Tutuncu jî diyar kir ku her sazî û partiyên Kurdan qala yekîtiya Kurdan dike, ti kes nabêje bila yekîtî çênebe û ev tespît kir: "Lê belê yekîtiyeke çawa û li gorî kê? Pêwîstî bi yekîtiyeke neteweyî ya Kurdan hebe. Divê di nava Kurdan de tifaq û hev qebûl kirin hebe. Ji damezrandinê heta niha PAK'ê ji bo yekîtiya Kurdan hin xebat meşandin. Daxwazên Kurdan hemû jî weke hev e, ji bo vê jî divê hemû aliyên Kurdan bi hev re kar bikin. 150 sal in, Kurd têkoşîna welatekî serbixwe didin û îro firsendek hatiye ber derê me, ku em bibin weke dewletekê. Serxwebûn mafê herî rewa yê Kurdan e û divê her alî piştgirî bide vê biryarê."

'DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE'

Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Wanê Mûrat Melet jî got, "Bi salan e, daxwaz û hêviyên gelên Kurdistanê yekîtiya Kurdan e. Her netewe çawa dibe yek û li ba hev kom dibe, yekbûn û yekitî jî mafê Kurdan e. Bi salan e, ev gotin û daxwaz tê ser ziman, lê belê bi ti awayî konferans yan jî kongre çê nabe. Her carê hin kes û alî mudaxele dikin û pêşiya yekîtiya Kurdan digrin. Hezaran sal jî rastiyek wiha heye, ti kes û ti welatî nexwestiye Kurd bibin yek û hevsengiyek wan çêbe. Eger Kurd bibin yek û hevsengiyek çêbe, wê hêzeke sereke ya Rojhilata Navîn çêbe. Ji bo vê yekê cîran û dordorê Kurdan nahêlin hevsengiya Kurdan çêbe. Ev di dîrokê de jî heye, weke, peymana Qesra Şirîn û peymana Lozanê jî mînak e. Vê carê hêviyek gelên Kurd heye û di Rojhilata Navîn de ewqas binpêkirinên mafan çêbûn, gelên Kurd dikuştin û komkujiyan re derbas bûn û ev jî bo pêwîstiyek ya yekîtiya Kurdan. Komxebata KNK'ê ya 15 û 16'ê Tîrmehê pêk bê gelek girîng e û her kes li gorî vê girîngiyê nêzîkî komxebatê bibe."

'BERIYA REFERANDÛMÊ, PÊWÎSTÎ BI KONGRE Û YEKÎTIYA KURDAN HEYE'

Melet da xuyakirin ku serxwebûn biryareke rewa ye û wiha got: "Eger biryarek gelê herêmê heye, divê her kes ji bo vê biryarê rêz bigre û xwedî li vê biryarê derkeve. Şert û mercên demokrasiyê jî wiha nîşan dide. Divê referandûma meha Îlonê rê û rêbazên xwe eşkere bike û li gorî daxwazên hinek kesan nemeşe. Pêwîste di vê biryarê de gotina hemû gel û rêxistinên Başûr tê de hebe. Beriya vê jî pêwîstî bi kongre û yekîtiya Kurdan heye."