Konferansa civakên Êzidî û Feylî ku vê siharê li bajarê Bexda bi armanca nêzîkkirina her du civakan û nîqaşkirina rewşa xwe ya ji bo çareseriyê hatibû lidarxistin didome.
Di van kêliyan de peyamên piştevaniya yên sazî, rêxistin û kesayetiyên navnetewî ji bo konferansê şandinî tê temaşekirin.
Rêxistin, sazî û kesayetiyên ku peyamên piştevaniyê şandine wiha ne:
-Yekîtiya Rêxistinên Civaka Kurd a Navnetewî ya li Moskowayê
-Yekîtiya Êzidî li Ewropa
-Endamê Parlementoya Elmanya ji Partiya Çep, di heman demê de Parlementerê Yekîtiya Ewropa Andrê Wolko
-Nûnerê Yekîtiya Hêzên Mixalefetê ya li Fînlandyayê Papa Arbad Kowac
- Serokê Mala Êzidî Silêman
Di peyamên ku hatine şandin de konferans bi germî hatiye silavkirin û hate gotin ku bidestxistina dadperwerî û wekheviyê encax bi piştevaniyeke cîhanî û hewldanên mezin ên gelan dikare pêk bê. Her wiha di peyaman de behsa girîngiya vê konferansê hatiye kirin û hêviya serketinê hatine xwestin.
Konferans bi coşeke mezin berdewam dike.