Ji bo kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin çalakiya bîranînê

Ji bo kesên di Newroza 1992’yan de li Nisêbînê hatibûn qetilkirin çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Li cihê komkujiyê qurnefîl hatin danîn.

21 kesên di Newroza 1992’yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibûn qetilkirin, li cihê ku bûyer lê qewimî hatin bibîranîn. Şahidên komkujiyê û Hevşaredarên Nisêbînê beşdarî bernameya bîranînê ya ku ji aliyê Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistina DEM Partî û DBP'ê yên navçeya Nisêbînê ve hat lidarxistin, bûn.

Girseya gel li nuqteya nêzî Pira Şehîda li hev civiyan û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî aşitî" bi qurnefîlên di destên xwe de heta pirê meşiyan. Piştî meşê girse ji bo kesên hatine qetilkirin deqeyek rêz girt.

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg axivî û diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan sembola berxwedan û têkoşînê ye û diyar kir ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînin.

Hevşaredarê DEM Partiyê yê navçeyê Mehmet Han Yîgît jî got, “Em ê xwedî li banga Birêz Abdullah Ocalan ku rê li ber pêvajoyek nû vekir derkevin û em ê bi serkevin. Di vê wateyê de em ê hê xurtir xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.”

Çalakiya bîranînê bi danîna qurnefîlan li Geliyê Çagê bi dawî bû.