Ji bo jinan yekane rêya azadiyê: Xweparastin

Endama Meclîsê ya PAJK’ê Şareza Xelat bi mijara 25’ê Mijdarê ji ANF’ê re axivî û hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin slav kir.

Şareza Xelat diyar kir ku tundiya li ser jinê rengê herî kevnar a tundiyê ye, zincîra pêşî ya kolederiyê li ser şexsê jinê pêk hatiye û bi kolekirina jinê civak hatiye kolekirin. Xelat diyar kir ku hişmendiya baviksalarî ya 5 hezar salî heta niha xwe parastiye, bi sazî kiriye û tundiya li ser jinê her carê bi rêbaz û maskeyên cuda xwe der kiriye.

TUNDIYA LI SER JINÊ XWEDÎ DÎROKEKE KÛR E

Şareza Xelat diyar kir ku PAJK têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi berfirehî nirxandine û tundiya li ser jinê xwedî dîrokeke dûvdirêj e. Xelat diyar kir ku tundiya li ser ijnê tenê ne fizîkî ye, her wiha giyanî, manewî, psîkolojîk, civakî, aborî ye.

Xelat diyar kir ku her roj, her kêlî jin li rastî teşeyên tundiyê tên, dest li ser rûmet, vîna, hîs, ramana jinê didin. Xelat diyar kir dema ku ew desthilatdariya li ser jinê dinirxînin tenê civaka zayendîparêz , di şexsê malbat, bav-hevjîn, bira de nanirxînin. Diyar kir ku ev tenê hêlek e di nav civakê de, rûyê dî yê madalyoyê hişmendiya dewleta şovenîst e.

LI GIRTÎGEHAN ÊŞKENCEYÊ LI JINAN DIKIN

Xelat diyar kir desthilatdarî di encama serweriya zilêm de derdikeve holê û got dewlet wiha xwe bi sazî kiriye. Xelat diyar kir ku di zindanên Tirkiyê de bi hezaran girtî hatine girtin, li zindanan bi rêbazên cuda êşkenceyê li jinan dikin û bal kişande ser kirinên rûmetşikîn, dijî mirovahiyê.

Xelat diyar kir li ser jinê polîtîkayên zêde yên çewisandinê hene û li dijî vê dinya xwe kerr dike. Xelat diyar kir ku nav û avaniya pergal û desthilatdariyê ji hev cuda bin jî ti cihêtiya wan nîn e, ji hêla rêbaz û pratîkê ve weke hev in. Xelat diyar kir jin li gel her tiştî jî ji bo rûmet û azadiya xwe têdikoşin û ji têkoşîna nayên xwarê.

TUNDIYA LI SER JINÊ ZÊDE BÛYE

Endamê Meclîsê ya PAJK’ê Şareza Xelat diyar kir ku her roja ku diçe hijmara jinên ku ji hêla hezkirî, dergistî û hevserên wan ve têne kuştin zêde dibin û bal kişande ser nedadmendiyê: ‘’Îro li dadgehên Tirkiyê mêr bi yek hevokê têne brdan. Mînak dema ku yek dibêje, ‘ez poşman im’ di cih de têne berdan, bê ceza dimînin an jî bi bertîlê, bi reçeteyeke qelp nîşan didin ku nexweş in û têne berdan.

Ev rêbaz hemû ji hêla dewletê ve têne teşwîqkirin û destekkirin. Mînak di rejîma Tirkiyê de zewicandina bi rayeya miftiyan tê çi maneyê? Ev tê wê maneyê ku çi mîsogerî û mafê hiqûqî yê jiyana jinê nîn e. Çi tiştek di destê jinê de nemaye. Li Tirkiyê di ber vê de  her kêlî destdirêjî, destavêtin, tundî li ser jinê dibin. Mînak tişta ku herî dawî li Iraqê bûyî hetîketî ye. Hişmendiyeke çawa ye ku di sedsala 21’ê de zewicandina zarokên keç ê 9 salî tê yasayîkirin? Ev hemû ne ji ber dadmendiyê ne?

Li Îranê her roj jin bi navê namûsê têne kuştin, darvekirin. Ev hemû dewletê herêmê ne. Em li kûdera hindyayê binerin, li Ewropa, li Rojhilata Navîn ti cihêtî tine. Ji dîrokê heta niha tim li ser jinan zext û nedadmendî heye û çirkekê jî ev ranewestiyaye.

Xelat diyar kir ku ew tundiya li ser jinê tenê weke êrîşa siyasî nabînin û tundiya li ser jinê bi esasî êrîşa li dijî çandê, sincê, bîra civakî ye. Ev rewş jî li Şengalê bi rengekî zelal derketiye holê. Xelat diyar kir ku di êrîşa DAIŞ’ê  de 5 hezar jin kirine xenîmeta şer û dema ku ji eniya jinê ve dinerin, êrîş her roja ku diçe zêdetir dibin û bêhtir bi sazî dibin.

TEVGERA APOYÎ ŞOREŞ DI NAV ŞOREŞÊ DE KIR

Xelat diyar kir ku di 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinê tevgera azadîxwaz PKK dikeve 40 saliya xwe û têkoşîna azadiyê ya jinê ya ku bi Sakîneyan dest pê kirî û bi Bêrîtan, Zîlanan dom kirî di nav tevgera Apoyî de şoreş di nav şoreşê de hatiye kirin.

Xelat diyar kir têkoşîna 40 salî tenê di qada leşkerî de nehatiye dayin, di qada civakî de jî têkoşînek heye û got: ‘’Têkoşîna 40 salî tenê di qada leşkerî de nebû. Di qada civakî de jî bû. A herî girîng ev e. Di civaka Kurd de, di malbata Kurd û mêrê Kurd de karekterê şoreşê derxist. Rê li ber geşedanên mezin vekir. Heke em ji hêla civakî ve binirxînin, em rewşa jina Kurd û ya beriya niha bi çil salî bidin ber hev gelek cihêtî hene. Ango hem di qada leşkerî de û hem jî di qada ramanî de gelek guherîn hene. Ev girîng e.’’

TÊKOŞÎNA JINÊ YA DI NAV PKK’Ê DE

Xelat diyar kir jin di nav PKK’ê de bi têkoşîna pirreng hem bûne partî û hem bûne artêş û got tekane rêya azadbûna jinê ew e ku xweparatina xwe pêk bînin û xwe bi rê ve bibin.

Xelat got: ‘’Di nav tevgera me de jinan bi her wateyê têkoşîna xwe da û bû partî. Bi vî rengî karîbû ku xwe bi rê ve bibe. Girîng e ku bi aqilê jinê mirov xwe bi rê ve bibe. Jin dema ku bi aqilê xwe bikaribe xwe bi rê ve bibe wê demê azad dibe. Jina ku bi aqilê hine dî were birêvebirin nikare azad bibe û bibe xwedî vîneke azad’’ bal kişande ser partîbûna jinê ya bi rengê PAJK’ê.  Xelat wiha domand: ‘’ Partiya meya jinan PAJK di heman demê de tê maneya aqilê azad ê jinê, tê maneya rizgariya ji hişmendiya zilêm. Tevgera me bi pêşengiya heval Sara li çiyayên Kurdistanê tovê pêşî çand. Îro em dibînin ku jin li çar hêlên dinyayê xwe rêxistinî dike, bûye artêş û ji hêla siyasî ve xwedî gotin e.’’

YEKÎTIYA JINÊN ROJHILATA NAVÎN

Şareza Xelat, Endama Meclîsa PAJK’ê got di şexsê jinê de di pêngavên Rojava de yekîtiya jinên Rojhilata Navîn hatiye avakirin û got jinên Kurd, Ereb, Sûryan, Asûrî û yên dî li ser vê zemînê têkoşîna azadiyê dane, ji bo jinan ev geşedaneke girîng e. Xelat diyar kir ku tevgera jinê tenê ji jinên Kurd na lê ji hemû jinên dinyayê moral distîne.

Xelat diyar kir ku bere jinên Ereb, Sûryan, Asûr, Tirkmen û Êzîdî di nav malê de weke objeyekê dihatin dîtin, îro li Rojhilata Navîn bûne kirde, jin bi têkoşîna azadiyê bi rêxistiniyê dibine artêş, zane dibin û xwe perwerde dikin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE

Şareza Xelat diyar kir di serdema neolîtîk de çanda xwedanvendiyê li Mezopotamyayê bi pêşengiya jinê pêk hatiye û got jinên Kurd, bi jinên dî re bi hevkariyê li xaka Mezopotamyayê  di şexsê jina Kurd de çanda xwendavendiyê didin jiyîn.

Xelat herî dawî got 25’ê Mijdarê roja geşkirina têkoşînê ye û jin her roj neçar in ku têkoşînê geş bikin. Xelat wiha domand: ‘’Ji bo me tenê rojek ne be se. Di pêvajoyeke wiha de ku êrîşên bi hişmendiya kevneşopî yên li ser jinê zêde bûne, divê em têkoşîna xwe her gav geştir bikin. Jinek bi serê xwe nikare tiştekî bike. Li dijî vê hişmendiyê jineke ku xwe rêxistinî nekiribe, perwerde nekiribe, hay ji hîsên xweparastinê nebe nikare têbikoşe. Ji bo vê jî hemû jin ji bo xwe azad bikin divê xwe pewerde bikin, rêxistinî bikin û parastina xwe bikin.’’

Bi taybetî dixwazim ji jinên ciwan re bibêjim. Ji ber ku hêviya siberoja me û mizgîniyên jiyana nû ne. Ji bo vê ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku xwe tevlî nav eniyên azadiyê bikin. Di nav kapîtalîzmê de jiyan nabe. Di şexsê jina Kurd de em vê bêrûmetiyê qebûl nakin. Ji bo azadbûnê divê ji pergala heyî mirov xwe qut bike. Berevajî vê jiyaneke alternatîf nabe. Em li vîna xwe li azadiya xwe xwedî derbikevin. Bi rengekî bê dudilî em têbikoşin. Jin tim bi hewldana berxwedanê ye. Her demê li gewherê xwe xwedî derketiye û her demê bi têkoşîneke mezin e. Li ser vê zemînê careke dî di şexsê Xwîşkên Mîrabal de dibêjim wê jinên têkoşer bi ser bikevin. Bila gumana kesî ji vê nebe.’’